Wezîr Çavuşoglû: Me ji sedî 95 li hedefan xist 2018-01-20 19:32:12   NAVENDA NÛÇEAN - Wezîrê Karên Hundir Mevlud Çavuşoglu, têkildarî bombekirina balafirên TSK'ê ya li dijî Efrînê ku 27 herêm bombe kir û 7 welatî birîndar kir, diyar kir ku ji sedî 95 li hedefan xistine. Çavuşoglu got li 'terorîstan xistine' lê di êrîşê de 7 sivîl birîndar bûn.    Hêzên Çekdar ên Tirk têkildarî erîşa Tirkiye ya li dijî Efrinê daxuyanî da û diyar kir ku TSK'ê Efrîn bombe kiriye. Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu jî beşdarî televîzyona NTV bû û wiha got: "Balafirên me ji sedî 95 li hedefan xistine. Tevgera me sivîl nekirine hedef. terorîs kirine hedef. Em ji hewayî û bejayî operasyonê dimeşînin. Leşkerên me di milê teknîkî de agahiyan didin. Pêdiviya me bi êrîşa hewayî heye. Balafirên me yên F-16 li hedefan xistine."   Ajansa Anadolu (AA) jî diyar kiribû ku Çavuşoglu bi telefonê bi Wezîrê Karên Derve yê DYA'yê Rex Tillerson hevdîtin kiriye û bi daxwaza DYA hevditin pêk hatiye. AA, diyar kiribû ku TSK'ê ji 113 nokteyên PYD'ê li 108 hedefan xistiye.    TSK'ê jî daxuyanî da û got: "Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) bi armanca ewlehiya hidûd li herêma Efrînê bi armanca komên PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞ'ê bê tesîr bike di 20'ê Çileya 2018'an de saet di 17:00'an de Tevgera Şaxa Zeytûnê hatiye destpêkirin.