Piştî êrîşa hewayî dîplomasiyê dest pê kir 2018-01-20 18:35:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiyeyê êrîşa hewayî ya li dijî Efrînê saet di 17.00'an de dest pê kir û navê operasyonê "Tevgera Çiqila Zeytunê" lê kir. Operasyona ku hatiye destpêkirin, der barê wê de bi Serfermandarên Giştî yê Rûsyayê û DYA'yê re bi rêya telefonê hevdîtin pek hat, lê hêj bersiv nehatiye dayîn.   Balafirên tirk di serî de li navenda Efrînê, navçeyên wekî Şêrewa, Şera, Mabata Cindîrêz û Recoyê bi hemwext da ber bomban. Êrîşa hewayî hêj dewam dike. Hêzên ku ji bejahî re nikarin bi pêşve biçin, tê gotin ku hêzên girêdayê OSO'yê dikevin Efrînê. Serokwezîr Bînalî Yildirim daxuyanî da û aşkera kir ku operasyon ji hewa ve dest pê kiriye.   NAVÊ OPERASYONÊ 'TEVGERA ÇIQILA ZEYTÛNÊ' YE   Bi destpêkiriha êrîşa hewayî re, Serfermandariya Giştî li ser malpera xwe daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji bo ewlehî û aramiya herêmê saet di 17.00'an de bi navê "Tevgera Çiqila Zeytûnê" operasyon hatiye destpêkirin.   DI NAVBERA DYA Û RÛSYAYÊ DE TELEFON   Bi êrîşa hewayî ya dewleta tirk re, di qada navneteweyî de dîplomasiya siyasî ya bi rêya telefonê dest pê kir.   Piştî êrîşa hewayî, Serfermandarê Giştî yê DYA'yê Joseph Dunford û Serfermandarê Giştî yê Rûsyayê Valery Gerasimov bi rêya telefonê axivî. Piştî van hevdîtinan, hat diyarkirin ku Wezîrê Karê Derve Mevlut Çavuşoglu bi hempîşeyê xwe Rex Tillerson re hevdîtin kir.   PERGALA HEWAYÎ YA RÛSYAYÊ BÊ BANDOR E!   Di van hevdîtinan de heta niha ji DYA û Rûsyayê tu daxuyanî der barê operasyonê de nehatiye dayîn. Vê yekê jî fikarên gelo DYA û Rûsyayê destûra operasyonê daye çêkir.    Êrîşeke wiha heta destûra Rûsyayê nebe, dê pêk neyê. Herêma Efrînê jî di nav de, gelek herêmên Sûriyeyê ji hêla pergala hewayî ya Rûsyayê ve tê parastin.