Doza tecawizê ya li GGM’ê ji bo mutaleyê hat taloqkirin 2021-01-21 15:36:08   WAN - Danişîna doza derbarê peywîrdarên ewlehiyê yên GGM’ê ku tecawizê penabera Îranî Z.N. kiribûn, ji bo mutaleyê taloqî 13’ê Nîsanê hat kirin.   Peywirdarên ewlehiyê yên Navenda Paşvegerandinê (GGM) ya li navçeya Artemêtanê ya Wanê Î.H.K. , Y.V. û kesekî ku navê wî hêj nehatiye zelalkirin, di 26’ê tîrmeha 2020’an de li navendê tecawizî penabera îranî Z.N. kiribûn.  Ji ber vê yekê doz li tecawizkaran hatibû vekirin û danişîna 2’yemîn a vê dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin.    Bersûcên li Girtîgeha Tîpa T a Wanê tên girtin bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn. Parêzerên Baroya Wanê di danişînê de amade bûn. Bi hinceta pandemiyê nehiştin rojnameger danişînê bişopînin. Di danişînê de ewilî her sê bersûc hatin guhdarkirin. Bersûcan parastinên xwe kirin û beraeta xwe xwestin.    Parêzerên Z.N.’yê xwest ku lîsteya nobetê ya wê rojê û girteka derxistina odeyê ya kesê li cem Z.N’yê dima têxin dosyayê. Şandeya Dadgehê, daxwaza parêzeran ji ber têkildarî esasê nîne red kir û biryara ku di danişîneke din de dozger mutelayê amade bike da û danişîn taloqî 13’ê nîsanê kir.