Girseyê bi strana 'Ozgurluk mahkumlari' polîs şermezar kirin 2021-01-21 15:29:04   STENBOL - Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê, bi boneya balê bikişîne ser çalakiyên greva birçîbûnê û tecrîdê şermezar bikin xwestin daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Lê polîsan mudaxaleyî girsê kir. Girsê jî bi çepik û strana “Ozgurluk mahkumlari" bertek nîşanî êrîşa polîsan dan   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê bi boneya tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bike û piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê xwest daxuyaniyê bide çapemeniyê. Girseya ku li pêş avahiya HDP'ê ya Kadikoyê kom bû, polîsan ew asteng kir û mudaxaleyî wê kir. Girseya ku di navde endam û rêveberên HDP'ê yên Bajar û navçeyan, parlamenterên HDP'ê, Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Stenbolê, Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên MATUHAY-DER'ê jî hebûn, bi saetan li ber avahiya HDP'ê ya Kadikoyê di dorpêça polîsan de man. Polîsan bi TOMA û maşîneyên zirxî girse dorpêç kir. Bi sedan polîsên hêzên çevîk, rojnameger jî di navde kesên çûn avahiya HDP'ê di GBT'ê re derbas kirin. Li gel biryara walîtî û qeymeqamiyê tune bû jî polîsan îdea kir ku destûra çalakiyê tune. Girseya ku xwest daxuyaniyê bidin, polîsan mudaxale kir. Girsê jî bi çepik û starên "Ozgurluk mahkumlari" bersîv dan polîsan. Girsê bê navber dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz kirin.