Ji tenduristvanan şermezarkirina bi çepik 2021-01-21 14:42:48   AMED - Xebatkarên tenduristiyê ku têkildarî pirsgirêkên xwe yên malî li pêş Nexweşxaneya Zarokan a Amedê kom bûn, Wezareta Tenduristiyê protesto kirin.   Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Tenduristî û Civakê (SES) a Amedê bi daxwaza başkirina aborî û şertên xebatê yên kedkarên tenduristiyê, li pêş Nexweşxaneya Nexweşiyên Zarokan a Amedê çalakiya rûniştinê li dar xist. Xebatkarên tenduristiyê beşdarî çalakiyê bûn û pankarta “Mûçeyê me têra zûhakirina xwedana me nake” vekirin û bi deqîqeyek lêdana çepikan Wezareta Tenduristiyê şermezar kirin.   ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ   Kedkarên tenduristiyê yên ku dowîzên “Bi çepikan zikê me têr nabe”, “Ji bertîlê re na” û “Ji bo ku weke mirovan bijîn, dixwazin weke mirovan bixebitin” hilgirtin û ji bo zema kêm ku li mûçeyên wan hatiye kirin çalakiya rûniştinê li dar xistin û protesto kirin.