Akademîsyenan bertek nîşanî rektorê qeyûm da: Şerma gerdûnî ye 2021-01-21 14:41:44   STENBOL – Akademîsyenên bi daxwaza zanîngehek xweser hatin gel hev rektorê wek qeyûm tayînî Bogazîçiyê hatiye kirin protesto kirin û gotin: “Li lîsteya şerma gerdûnê ya Tirkiyê yek din zêde bû.”    Hewldana Zanîngeha Demokratîk a Zanîngeha Stenbolê (ÎUDUG) ji bo daxwaza xwe ya zanîngeha xweser dubare bikin bi dirûşma “Zanîngeha demokratîk, xweser û azad” li ber deriyê Zanîngeha Stenbolê daxuyanî dan çapemeniyê.    ‘KESEK SIYASÎ NIKAREI ZANÎNGEHÊ BIRÊVE BIBE’    Endamê Hîndekariya Zanîngeha Stenbolê û rektorê berê yê Zanîngeha Stenbolê Raşît Tukel diyar kir ku zanîngeh cihên hilberandina zanistê ne û got: “Yên zanîngehê dikin zanîngeh zanetistî ye. Her wiha xweseriya wan a akademîk jî heye. Di nav van de xwendekar, îdare û personel cih digirin. Divê zanîngeh di bin hêza siyasî de neyên birêvebirin. Melîk Bûlû yê wek qeyûm tayînî Bogazîçiyê hatiye kirin, kesek endamê partiya îqtîdarê ye. Em zanîngeha demokratîk diparêz in. Em qeyûmên tayînî ser dibistan û îradeya me dikin qebûl nakin. Em carek din bi bîr dixin ku li cem berxwedana Bogazîçiyê ne.”    ŞERMEK DIN LI LÎSTEYÊ ZÊDE BÛ    Pişt re Wezîfedarê Hindekariya Zanîngeha Stenbolê Gorkem Dogan jî li ser navê ÎUDUG’ê metna daxuyaniyê xwend û destnîşan kir ku li lîsteya şerma gerdûnê ya Tirkiyê yek din zêde bûye û her roj ev binpêkirinên şermê zêde dibin. Dogan anî ziman ku ew qeyûmên îradeyan tune dihesibînin şermezar dikin û dixwazin bi tayînkirina qeyûmên ser Bogazîçiyê nîşaneya hêrsa wan li dijî Bogazîçiyê ye. Dogan da zanîn ku akademiya xweser mîsogeriya azadiya akademîk e û cihê zîhniyeta ku xweseriya zanîngehan tune dihesibîne di gerdûnê de nîne.