Xwestin Gurbuz Topçu bê berdan 2018-01-20 15:36:14 STENBOL - Parêzvanê Mafê Mirovan, di çalakiya “Rûniştina F” a hefteya 304’an de kom bûn û xwestin girtiyê nexweş Gurbuz Topçu bê berdan.  Endamên Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, ji bo balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş, di çalakiya “Rûniştina F” a hefteya 304’an de, li Qada Galatasarayê kom bûn û xwestin  girtiyên nexweş bên berdan. Di çalakiya vê hefteyê de, rewşa girtiyê nexweş Gurbuz Topçu pirsîn.  Li ser navê komîsyonê parazvana mafên mirovan Emîne Kuçukbûmîn daxuyanî da û wiha axivî: “Di sê mehên dawî de sîrgûn pir zêde bûne. Di van sîrgûnan de mafê girtiyan tên binpêkirin. Girtiyan di ringên bê hewa de sîrgûn dikin. Alavên girtiyan nadin wan û ji wan re dibêjin ‘Dûre em ê ji were bişînin.’ Dermanên girtiyan nadin wan. Bi hincetên tewş cezayên dîsîplînê didin girtiyan.”    BI MIRINÊ RE RÛ BÛ RÛ HAT   Kuçukbumîn, da zanîn ku girtiyê nexweş Gurbuz Topçu di nameya ji wan re şand de wiha got: “Bi birîndariyek girina hatin girtin. Aliyê serê min ê çepê ji ber derba xwar, hestiyên wê zirar dîtin. Bi zorê milê xwe hereket dikim. Piyên min jî di heman rewşê dene. Dibin çavan de ez hatim ber mirinê. Bi dermanan ez ji ser hiş birim. Bi vî awayî ez di lêpirsînê re derbas kirim. Bi wî halê xwe yê birîndar ez şandim Girtîgeha Ewlekariya Bilin a Hejmara 1 a Erxepê. Di ketina girtîgehê de min xwest, biçim gel hevalên xwe. Ji xwe min ne dikarî li ser piyan bimînin, lê rayedarên girtîgehê ez kirim hucreyê. Emeliyeta çavên min nehat kirin û êdî çavê min ê rastê pir kêm dibîne. Dem bi dem ser hişê xwe diçim. Min nabin nexweşxanê û ez nayim dermankirin. Her ku diçe tenduristiya min xerabtir dibe. Ger neyim dermankirin, dê nexweşiyên min daîmî bibin. Ji we alîkariyê dixwazim ku hûn bikevin nava hewldanan.”     'DEVLET MECBÛRE GIRTIYAN BIPARÊZIN'   Kuçukbumîn, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Dewlet mecbûre ku bi her awayî girtiyan biparêze.” Çalakî bi berzkirina dirûşmeya “Bila Gurbûz Topçû bê berdan” bi dawî bû.