HDP’ê starta ‘Hevdîtinên Kar û Nan’ li Amedê da 2021-01-21 13:44:27   AMED – Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Garo Paylan, di starta “Hevdîtinên Kar û Nan” a HDP’ê ya Amedê de, diyar kir ku rêjeya bêkariyê di asteke jor de ye û ev tişt got: “Em ê li her derî welatiyên xwe guhdar bikin û derdê wan bibin Enqerê.”   HDP’ê bi civîneke çapameniyê ku li rêxistina xwe ya Amedê li dar xist starta ‘Hevdîtinên Kar û Nan’ da. Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Garo Paylan ku ji Komîsyona Aboriyê Berpirsyar e, Alîkara Hevseroka Giştî ya HDP’ê Şaziye Kose ku ji Komîsyona Kedê Berpirsyar e, Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Nacî Sonmez ku ji Komîsyona Ekolojiyê Berpirsyar e û parlamenterên partiyê Erol Katircioglû, Necdet Îpekyuz û Semra Guzel tevlî civînê bûn.    ‘ABORIYA GEL SEROBINO BÛYE’   Di civînê de Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Garo Paylan axivî û diyar kir ku li welat krîzeke kûr aboriyê heye û wiha got: “Bi pandemiyê re aboriya gel serobino bûye. Di pêvajoya pandemiyê de Qesr li welatiyan xwedî derneketiye û wan bêewle li holê hiştiye. Li şûna vê pere ji şer û alîgirên xwe re veqetandiye. Ji ber vê aboriya Qesrê û alîgirên wê baş e lê ya gel di xetereyê de ye. Desthilat dixwaze em ji rêjeyên ku bi wan dilîze û bêkariyê daxistiye ji sedî 12’an bawer bikin. Lê berovajiyê vê li welat bi milyonan bêkar hene û piraniya wan di bin sînorê birçîbûnê de dijîn. Esnaf li ber topavêtinê ne. Cotkar nikarin erdên xwe bajon.”   ‘EM HATINE GUHDARÎKIRINA DERDAN’   Paylan, da zanîn ku li dijî xizaniyê dest bi hevdîtinên kar û nan kirine û ev tişt anî ziman: “Tevahiya salê em li her dera Tirkiyeyê welatiyan guhdar bikin. Destpêkê em hatin guhdarîkirina karkerên Amedê. Em hatin guhdarîkirina derdê jin û ciwanên Amedê. Li herêmê rêjeya bêkariyê di seriya ji sedî 50’yî de ye. Em dizanin ku li Amedê ji du kesan yek jê bêkar e. Bila hemû Tirkiye zanibe ku em bê çare ne. Em weke meseyên HDP’ê yên polîtîk aborî derketin qadê. Di pêşa duyemîn a şewbê de dîsa dixwazin karkeran mehkûmî xizaniyê bikin. Em ê li her derî welatiyên xwe guhdar bikin û derdên wan bibin Enqereyê. Em ê bi guhên ku naxwazin bibihîzin bidine bihîstin. Em ê qêrîna gel bigihînin Enqereyê. Em ê derdê gel bigihînin ew bêwijdanên ku li Qesrê kêf dikin.”   HEVDÎTINA BI KESK’Ê RE   Piştî civînê heyeta HDP’ê li Şaxa Jimara 1 a Egîtîm Senê bi rêveberên Platforma Şaxên KESK’ê yên Amedê re hat gel hev. Heyet, di nav rojê de rêveberên DÎSK, TTB, SES, Komeleya KOBÎ û Odeya Muşavîrên Darayî û Hesabdarên Serbest, kedkarên jin ên li Herêma Pişesaziya Organîzeyê, esnafên Pasaja Mehmethanê ya Sûrê û Kolana Sakaryayê ya Rezan re bên gel hev.”