Tûran sitendina heqê zêde ya ji nexweşan ji Koca pirsî 2021-01-21 13:35:49   MÊRSÎN - Parlementerê HDP’ê yê Mêrsînê Ridvan Tûran, îdiayên heqê pir zêde yên li serwîsa pandemiyê ya Nexweşxaneya Medîkal Park a Mêrsînê ji nexweşan hatine xwestin, bi pêşniyazpirsekê bir rojeva Meclîsê.   Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Mêrsînê Ridvan Tûran, îdiayên heqê pir zêde yên li serwîsa pandemiyê ya Nexweşxaneya Medîkal Park a Mêrsînê ji nexweşan hatine sitendin, bi pêşniyazpirsekê bir rojeva Meclîsê.    Tûran, di pêşniyazpirsa ku xwest Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca bi awayekî nivîskî bibersivîne de diyar kir li gel biryara ku girtina heqê qedexe dike jî, li hin nexweşxaneyê taybet heq ji nexweşan tê girtin. Tûran, îdiayên ji nexweşên ku teşhîsa vîrûsa koronayê danîne ser û nexweşên li serwîsa pandemiyê ya Nexweşxaneya Medîkal Park a Mêrsînê 4 hezar lîre xwestin bi bîr xist.   Tûran ji Koca ev pirs kirin:   "* Li Nexweşxaneya Medicalparkê ya Mêrsînê li gel ku ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve hatiye piştrastkirin jî îdiayên ku bihayê pir zêde ji nexweşên Covîd-19 hatiye sitendin rast e gelo?   * Ji bo hûn sitendina van heqê pir zêde ji nexweşên Covîd-19 hatiye sitendin xebatên şopandin û pêşîlêgirtinê ya Wezareta we çi ne?”