Di êrişên li Bexdayê de 13 kes mirin û 28 kes birîndar bûn 2021-01-21 13:21:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Karên Navxweyî ya Iraqê destnîşan kir ku di êrişên xwekujiyê yên li Bexdayê de 13 kes mirin e û 28 kes birîndar bûne.    Li paytexta Iraq Bexdayê, di encama 2 êrişên xwekujiyê de gelek kesan jiyana xwe ji dest da û birîndar bûn. Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî ya Iraqê Xalid El Mehne destnîşan kir ku di êrişên xwekujiyê yên li Bexdayê de 13 kesan jiyana xwe ji dest dane û 28 kes jî birîndar bûne.    Berdevkê Artêşa Iraqê Yehya Resul jî diyar kir ku herdu êrişkaran dema ku hêzên ewlehiyê ew dişopandin û dixwestin wan bigirin, xwe teqandine.   Kesên birîndar li nexweşxaneyên Bexdayê tên dermankirin.    Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê jî ji bo birîndaran banga lezgîn a xwînê kir.