AYM’ê derbarê Berberoglû de cara duyem biryara binpêkirinê da 2021-01-21 13:03:46   ENQERE – Dadgeha Destûra Bingehîn ji nûve derbarê serlêdana duyemîn a Parlamenterê CHP’ê Enîs Berberoglû de biryara binpêkirinê da.    Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) derbarê serlêdana bi hêceta biryara binpêkirinê ya Parlamenterê CHP’ê Enes Berberloglû ku nehatiye sepandin de cara duyemîn ji nûve biryara binpêkirinê da.