Wezîrê Edaletê bi awayekî sergirtî bersiv da Soylû 2021-01-21 13:03:19   NAVENDA NÛÇEYAN – Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul, piştî rexneyên Wezîrê Karên Hundir Soylû yên li darazê ev daxuyanî da: “Kesên neecibînin dikarin mafê xwe yê îttîrazê bi kar bînin nikarin gefan bixwin.”    Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul, di “Civîna Nirxandina Dadgehên Îstînafê yên di Sala 5’emîn” de ku li Mala Dadgeran a Enqereyê  hat lidarxistin de axivî. Gul, di axaftina xwe de bal kişand ser bangên ku li ser medya civakî lê tên kirin û wiha got: “Ez ji kesên ku derbasî ser klavyeyan dibin û li ser medya civakî her roj siparişa girtinan li min dikin re dibêjim: Komara Tirkiyeyê dewleteke hiqûqê ye. Liv ir qanûn, şert û usûl hene; Kesên vê pergalê neecibînin dikarin mafê xwe yê îttîrazê bi kar bînin, nikarin gefan bixwin.”   Gul, da zanîn ku bila kes ne li bendê be ku wê wezîrê edaletê mudaxaleyî vê pergalê bike û ev tişt got: “Cubeyê wezîrê edaletê tuneye, tevahiya pewyira xwe min wî cubeyî li xwe nekir û bila kes li qisûra min nenêre ez qet jî li xwe nekim.”   Ji ber ku ev daxuyaniya Gul piştî ku Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû, li ser hesabê xwe yê twîtterê berdana kesê heqaret lê kiribû rexne kiribû, hat dayîn balê kişand ser xwe.    Soylû, duh parvekirineke wiha kiribû:    “Dayika min 45 roj in li nexweşxaneyê ye Alçaxê ku li bin wêneyê min û dayika min çêr kiribû dertê dadgehê û bi şertê kontrola edlî tê berdan  Divê ez çi bikim Wezîr bim çî ye Millet, dema ku bi karê dewletê re mijûl dibe Xwedî derneketina namûsa dayika xwe tê çi wateyê Heke piştî twîta min bê girtin ez provakasyon bihesibînim”