27 hezar û 493 kes bi îşkence û muameleya xerab re rûbirû maye 2021-01-21 12:50:20   ENQERE – Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû raporek eşkere kir û li gorî raporê di 18 salên îqtîdara AKP’ê de 27 hezar û 493 kes bi îşkenceyê û muameleya xerab re rûbirû mane.    Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê û Cîgirê Serokê Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan ê Meclîsê Sezgîn Tanrikûlû “Rapora Îşkence û Muameleya Xerab a Hikumetên AKP’ê ya Salên 2002-2020’an” eşkere kir.    Di raporê de hat destnîşankirin k udi 18 salên serdema îqtîdara AKP’ê de 27 hezar û 493 kes bi îşkenceyê û mumaleya xerab re rûbirû maye. Li gorî raporê hejmara îşkence û muameleya xerab a li gorî salan wiha ye: Di sala 2002’yan de 988, di sala 2003’yan de 600, di sala 2004’an de 367, di sala 2005’an de 193, di sala 2006’an de 339, di sala 2007’an de 320, di sala 2008’an de 269, di sala 2009’an de 259, di sala 2010’an 228, di sala 2011’an de 243, di sala 2012’yan de 323, di sala 2013’yan de 388, di sala 2014’an de hezar û 39, di sala 2015’an de 5 hezar û 671, di sala 2016’an de 5 hezar û 606, di sala 2017’an de 2 hezar û 278, di sala 2018’an de 2 hezar û 214, di sala 2019’an de 2 hezar û 634, di sala 2020’an de 3 hezar û 534.   Di raporê de hat gotin kesên hatine îşkencekirin û nehatine daxuyandin, yên gilî nekirine, yên di civîn û xwepêşandanan de bi îşkenceyê re rûbirû mane li ber çavan were girtin hejmara rastî gelek bi ser van hejmarên hatine eşkerekirin re ye.