10 cezayê girtîgehê li rojnameger Bûlût hat birîn 2021-01-21 11:37:21   AMED – Di danişîna yekemîn de 10 cezayê girtîgehê li rojnameger Bûlût hat birîn.   Ji ber ku tevlî bîranîna rojnameger Mezlûm Erencî yê di sala 2011’an de li Dersimê jiyana xwe ji dest dabû, bûbû doz li rojnameger Zeynel Abîdin Bûlût hatibû vekirin. 1’emîn danişîna doza Bûlût, li 4’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Bûlût û parêzerê xwe Resûl Tamûr li danişînê amade bûn.    SÛCDARIYA LI XWE QEBÛL NEKIR   Ji ber ku di bîranînê de beşdarên merasîmê vexwendiye rêzgirtinê Bûlût, bi “propagandaya rêxistinê” tê sûcdarkirin. Di danişînê de Bûlût, mafê axaftinê girt, sûcdariya li xwe qebûl nekir û diyar kir ku bi nasnameya xwe rojnamegeriyê tevlî bîranînê bûye.”   DOZGERIYÊ CEZA XWEST   Piştî parastina Bûlût, dozgeriyê mutalaaya xwe pêşkêşî dadgehê kir û bi sûcdariya “propagandaya rêxistinê” xwest Bûlût bê cezakirin. Parêzerê Bûlût Resûl Tamûr, li dijî mutalaayê parastin kir û destnîşan kir ku rêzgirtin ji bo rojnamegerên jiyana xwe ji dest dane hatiye girtin û daxwaza beraeta muwekîlê xwe kir.    10 MEH CEZA LI BÛLÛT HAT BIRÎN   Piştî parastinan heyeta dadgehê, bi angaşta “propagandaya rêxistinê” 10 meh ceza li Bûlût birî û biryar da ku şertên ceza bê taloqkirin tunene.