Hesaba ji bo nexweşên SMA’yê hat vekirin bankeyê bloke kir 2021-01-21 11:16:35   SÊRT - Malbata Erdogan ku 2 pitikên xwe yên nexweşên SMA’yê winda kirin, ji bo zaroka xwe ya 3 salî Ravza Nûr ku heman nexweşî pê re heye hesaba kampanyaya alîkariyê vekirin lê bankayê ew hesab bloke kir.     Ji hezar û 300’an zêdetir zarokên ku nexweşiya Spînal Muskûler Atrofî (SMA) bi wan re heye, ji bo bijîn li benda dermanan e. Li Tirkiyeyê di tedawiya nexweşiya SMA’yê de dermana “Spînraza 12 Mg/%MI 1 VIAL” tê bikaranîn. Malbat dixwazin şûna dermana Spînrazaya ku heta hetayê bi kar bînin, xwe bigihînin dermana Zolgensma ku tenê carekê tê bikaranîn. Lê ji ber pîvanên ku Wezareta Tenduristiyê diyar kirine xwegihandina wê dermanê zor e. Ji bo wê dermana ku li Tirkiyeyê nîne, yekane hêviya malbatan dest pê kirina kampanyayên alîkariyê ye.    2 ZAROKÊN XWE WINDA KIRIN   Di nav malbatên ku kampanya dane destpêkirin de Gulistan û Reşît Erdogan ê ku ji ber vê nexweşiyê 2 zarokên xwe windakirine jî hene. Malbata Erdogan di 21’ê îlona 2014’an de pitika xwe ya 8 mehî Ecrîn, di 9’ê nîsana 2016’an de jî pitikê xwe ya 6 mehî Yûsûf ji nexweşiya SMA’yê winda kirin. Malbatê herî dawî ji bo ku zaroka wan a 3 mehî Ravza Nûr bijî kampanyaya alîkariyê da destpêkirin.   HESAP HAT BLOKEKIRIN    Ji malbata ku li ser hesaba xwe ya medya civakî kampanyaya alîkariyê da destpêkirin re di demekî kurt de ji gelek cihan alîkariya madî hat. Lê hesaba alîkariyê bankayê bloke kir. Bankayê derbarê blokekirinê de tu agahî nedan malbatê. Bav Reşît Erdogan, diyar kir ku bankayê, hesaba wî ku 30 hezar lîre têde bûye bloke kiriye û wiha axivî: “2 zarokên min ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dan. Hêj 6 û 8 mehî bûn. Yekane çareya vê nexweşiyê bi milyonan lîre pere ye. Ev pere jî bi me re nîne. Me jî ji ber vê yekê kampanyayeke alîkariyê da destpêkirin. Ji hesabê ku me di 22'yê mijdarê de ji bo kampanyayê vekiribû û li ser hesabê xwe yê medya civakî parve kiribû re pere hatin şandin. Lê em hîn bûn ku ew hesabê me vekiriye hatiye blokekirin. Ji bo ku hesab hatiye blokekirin pere jî nikare bê şandin. Mê hêj pereyê xwe yê di hesab de jî negirtiye."   ‘KEÇA MIN DIHELE’   Erdogan, da zanîn ku ji bo tedawiya keça xwe serî li gelek cihan daye û wiha got: “Ji ber ku li Tirkiyeyê tedawiyê vê nexweşiyê nîne, min li welatên din nêrî û lêkolîn kir. Dûbaî ji bo vê nexweşiyê 17 Mîlyon lire, Almanya 2 Mîlyon û 400 hezar eûro dixwazin. Ne gengaze ku em vî pereyi bibînin. Ji ber vê yekê me kampanya da destpêkirin. Me 2 pitikên xwe winda kirin bila keça me Ravza Nûr bijî. Keça me li ber çavên me dihele. Bila pêşî li vê were girtin.”   MA / Fethî Balaman