Jinên ciwan: Bi vekirina Zanîngehên Jinan dê tecawizê rewa bikin 2021-01-21 10:44:56   ENQERE – Jinên ciwan li dijî projeya Serokomariyê ya "Zanîngehên Jinan" derketin û diyar kirin ku eger Zanîngehên Jinan bê vekirin dê tacîz û tecawizê bê rewakirin. Jinên ciwan bang li hemû hêzên muxalif kirin ku têkoşina hevpar xurt bikin.    Serokê AKP’î û Serokomar Tayyip Erdogan ferman da ku di sala 2021'an de Zanîngehên Jinan bê avakirin. Piştî Bernameya Serokomariyê ya salê ku armanc dikin Zanîngehên Jinan ava bikin niqaş û bertek zêde dibin. Xwendekarên Jin ên Zanîngehê di 16'ê Çile de bi sernavê  “Koma Kampanya ya Em Zanîngehên Jinan Naxwazin" li ser medya civakî dest bi kampanyayê kirin. Jinên xwendekar li ser hesabên kampanyayê bang li hemû jinan kirin gotin: “Zanîngehên Jinan ên pergala perwerdehiya zayendparêz û heteronormatif dê jinan ji civakê tecrîd bikin. Em di ferqa vê yekê de ne. Ev yek sînorê ‘Jinên maqûl' derbas dike', ‘Em Zanîngehên Jinan naxwazin.' Em di vê kampanyayê de kom dibin û mil didin mil."    Ji pêşengên kampanyayê Yaren Tuncer û Zeynep Tan têkildarî armanca kampanyayê û Zanîngehên Jinan ji Ajansa Mezopotamya  (MA) re axivîn.    ‘WÊ TECAVUZÊ REWA BIKIN'    Xwendekar û pêşenga kampanyayê Yaren Tuncer, anî ziman ku zanîngehên jinan bên vekirin dê tacîz û tecawiz bê rewakirin û wiha got: "Bi vê projeyê dê ji jinên tacîz û tecawiz li wan bê kirin re bêjin 'Eger hûn vê yekê naxwazin biçin Zanîngehên Jinan. Îqtîdar bi vê projeyê tacîz û tecawizê rewa bike. Dê vê zanîngehê bixwazin bi tirsa tacîz û tecawizê jinên xwendekar neçin zanîngehê. Ev proje dê tacîz û tecawizê rewa bike."    Tuncer, anî ziman ku hikûmeta AKP  û MHP’ê dijminê jinan û rêxistinek faşist e û wiha lê zêde kir: "Wekî mînaka Peymana Îstanbulê her tim êrîşî destkeftiyên jinan dikin. Dixwazin jin dîsa îteat bikin. Bi vekirina Zanînghên Jinan dixwazin ‘Jinên maqûl' ava bikin.    EM Ê LI DIJÎ PROJEYEYÊ TÊBIKOŞIN   Tuncer, destnîşan kir ku dê li kolanan li dijî vê projeyê derkevin û wiha got: "Em ê hêrsa xwe li kolanan nîşan bidin. Em ê vê yekê bikin îsyan û serhildan. Jin ji Erdogan re dibêjin ‘Em destûr nadin tu Zanîngeha Jinan ava bike. Em destûr nadin tu vê projeyê têxe meriyetê.' Me li ser bingehek hevpar dest bi vê têkoşînê kir. Em bang li hemû jinan dikin ku li doka têkoşîna civakî kom bibin û bi hevre têbikoşin."    TÊKOŞÎNA HEVPAR    Xwendekar û pêşenga kampanyayê Zeynep Tan jî anî ziman ku dê bi vê projeyê kuştin, betalî  zêdetir bibe û wiha got: "Em li dijî vê projeyê ne. Me aşkere kir ku em ê li qadan li dijî vê projeyê dengê xwe bilind bikin. Sedema esasî ya kuştin, tacîz û tecawizê pergala mêrê serdest e. Divê hemû jin di bin banekî de kom bibin û bi hevre têbikoşin. Em bi têkoşîna xwe bawer in û em destûr nadin van zanîngehan vekin."    EM Ê ZANÎNGEHÊN AZAD AVA BIKIN   Tan, diyar kir ku dê Zanîngehên Azad ên ku jin ji civakê neyên îzolekirin, bi hevre karibin perwerdehiyê bibînin ava bikin û wiha bi dawî kir: "Divê li van zanîngehan hemû bi hevre azad niqaş bikin. Em zanîngehên knu qeyûm wan bi rêve dibe naxwazin. Em zanîngehên îqtîdarê naxwazin. Ji bo em zanîngehên azad ava bikin ew hêza me heye. Îqtîdar dixwaze bi vê projeyê pergala xwe ava bike. Ev proje bi ser nakeve."    MA - Ceylan Şahînlî