Dayikên Şemiyê: Mirin çiye ji vê qadê bipirsin 2018-01-20 14:56:00 STENBOL – Dayikên şemiyê di hefteya 669’en de ji bo Abdullah Canan ê li Geverê di bin çavan de hat kuştin edalet xwestin. Kurê Canan Tayyip Canan bang kir û got: “Em xizmên windayan mirovên herî bi rûmet ê vî welatî ne. Bila mirinê ji mirovên vê qadê bipirsin."    Dayikên Şemiyê di hefteya 669'an de li Qada Galatasarayê kom bûn û çalakiyê "Faîl diyar in kujer li ku ne" berdewam kirin. Dayikan pankarta wêneyên windayan li ser heye vekir û qurnefil û çarikên spî danîn ser pankartê. Dayikan di çalakiya vê hefteyê de çîroka Abdullah Canan ê 22 sal berê li Geverê di sala 1995'an de leşkeran bi ser mala wî de girt û di bin çavan de kuştin pirsîn.   XIZMÊN WINDAYAN MALBATÊN HERÎ BI RÛMET IN'   Di çalakiyê de kurê Abdullah Canan Tayyip Canan, bûyer bi hemû hûrguliyê wê vegot û wiha axivî: "Ji bo ez karibim zilma li me hatiye kirin vebêjim, diviya bû ez bi hêz bûma. Malbata min, xizmên min û xizmên windayan li dora min bû. Ez ne bi tenê bûm. Em xizmên windayan welatiyên herî bi rûmet ên wî welatî ne. Qatîl jî malbatên herî şermê ne. Yê zilm kiriye bila zêde bijî da ku hesapê vê zilmê bide. Bila hesab jê bê pirsîn."    'BILA MIRININÊ JI MIROVÊN VÊ QADÊ BIPIRSIN'   Parlamenterê CHP'ê Sezgin Tanrikulu jî diyar kir ku OHAL careke din hat dirêjkirinû 17 mehin Tirkiye bi Rewşa Awarte tê rêvebirin û wiha got: "OHAL windahî kuştin û îşkence ye. OHAL girtîgeh binpêkirina mafan e. Bila bên mirinê ji mirovên vê qadê bipirsin. Ev qad dê her dem bibe wîcdanê civaka Tirkiye."    ‘CANAN Ê SERLÊDANA SÛC KIR RASTÎ GEFAN HAT'   Li ser navê Mirovên Şemiyê Leyla Kaya daxuyanî da û çîroka  Abdullah Canan xwend. Kaya, anî ziman ku di payîza 1995'an de li dijî gundê Abdullah Canan ê Befircan a Navçeya Geverê operasyona leşkerî pêk hat û wiha got: "Leşkerên Tabûra Konando ya Çiya, tevî malbata Canan 10 xanî xera kirin. Piştî vê yekê Canan û 7 xizmên wî çûn dozgeriyê û gilî kirin. Li ser vê yekê Fermandarê Tabûrê Serbaz Mehmet Emîn Yurdakul bang li Abdullah Canan û 2 kesên din kir û jê xwest dest ji gilî berde û gef li wan xwar. Çend roj şûnde di sibeha 17'ê Çileya 1996'an de dema Canan dema ji gundê xwe çû Geverê, leşkeran ew li ser rê rawestand û binçavkirin. Leşkeran bi maşîna leşkerî ew birin Tabûra Kobando ya Çiya ya Geverê. Malbatê serî li rayedarên herêmî, neteweyî û navneteweyî dan. Dayika Canan a 80 salî Bınevş Canan got "We kurê min bir. Ez wî ji we dixwazim" û li pêş Qonaxa Hikûmetê ya Geverê çalakiya rûniştinê pêk anî. Lê hemû hewldanên malbata Abdullah Canan bê encam ma. Di 21'ê Sibata 1996'an de Abdullah Canan kuştî hat dîtin. Li ser bedena Canan îşkence hatibû kirin. Di bin pirayek li ser rêya Gever û Bajirgê cenazeyê wî hat dîtin. Canan bi 7 guleyan hatibû kuştin."    Kaya, anî ziman ku li gorî îtîrafkarê Tabûra Geverê Kahraman Bilgiç ku îfade da dozgeriyê gotiye: "Abdullah Canan li Tabûrê rastî lêpirsînê hat. Rastî îşkenceyê hat. Bi fermana Fermandarê Tabûrê Serbaz Mehmet Emin Yurdakul, ji aliyê Fermandarê Bolukê Efser Nihat Yigiter bi çekê hatiye kuştin. Piştî dozê tevî şahidan Dadgeha Cezayên Giran a Colemêrgê ser dosyayê girt û di 12'ê mijdara 1999'an de der barê bersûcan de biryara beraetê daye. Di 2'ê Nîsana 2001'an de Dageha Bilind biryar erê kiriye.      Kaya, da zanîn ku doz birin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa û DMME'ê diyar kiriye ku li Canan îşkence hatiye kirin û xwest kesên Abdullah Canan qetil kirine bên darizandin. Kaya xwest doza Abdullah Canan bi encam bibe û kujer bên darizandin."