Rojnameger Suat Karagoz serbest berdan 2018-01-20 14:32:30 WAN / COLEMÊRG - Polîsan xebatkarê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Suat Karagoz serbest berdan. Leşkeran li Colemêrgê jî beyî ku hincetê nîşan bidin 100 rojname desteser kirin.  Xebatkarê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Suat Karagoz, bi hinceta "der barê wî de îxbarek heye" li Wanê binçav kirin. Polîsan piştî Karagoz binçav kirin birin şaxa TEM'ê ya Wanê. Piştî li miduryeta polîsan îfadeya Karagoz hat girtin, serbest hat berdan.   DEST DANÎN SER ROJNAMEYAN   Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê yên ji navçeya Geverê ya Colemêrgê re hatin şandin, leşkeran dest danî ser. 100 rojnameyên li Wanê şandin navçeyê, li Noqteya Kontrolê ya Yenîkopruyê ya 30 km dûrî navendê beyî ku hincet bê nîşandan desteserkirin. Hat diyarkirin ku leşkeran gef li ajokarê mînîbûsê jî xwariye û gotiye ku heke careke din rojnameyan bîne, dê ceza lê bibire.