Polîsan bi ser avahiyên HDP’ê yên Stenbolê de girt 2021-01-20 16:26:02 STENBOL – Polîsan bi ser avahiyên rêxistinên navçeyên HDP'ê yên Stenbolê de girt û dest danîn ser pankartên “Deng bide grevên birçîbûnê” ku daliqandibûn. Hat zanîn ku hin hevserokên rêxistinên navçeyan hatine binçavkirin.    Li hin avahiyên rêxistinên navçeyên Stenbolê ji bo balê bikişînin ser greva birçîbûnê ya li girtîgehan pankartan daliqandin. Polîsan bi hêceta pankartên bi nivîsa “Deng bide grevên birçîbûnê” yên li rêxistinên HDP’ê yên navçeyên Bagcilar, Umraniye, Sancaktepe, Esenyûrt, Beylîkduzu, Sûltangazî, Beyoglû, Kagithane, Gazîosmanpaşa, Esenler, Uskudar, Kartal, Maltepe, Gungoren û Şîşliyê de girtin.    Serdegirtin bi fermana dozgeriyê pêk hat û polîsan dest danî ser pankartên bi nivîsa “Deng bide grevên birçîbûnê” û “Bila tecrîd were rakirin, bila binpêkirinên mafan werin bidawîkirin, girtiyên nexweş werin berdan, lêgerîna tazî bi dawî bibe, bila daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de werin qebûlkirin.”    Her wiha polîsan di serdegirtinê de dest danî ser broşurên têkildarî daxuyaniya dê sibê li navçeya Kadikoyê were lidarxistin jî.    HIN HEVSEROK HATIN BINÇAVKIRIN    Hat zanîn ku di serdegirtinan de polîsan hin hevserokên navçeyan binçav kiriye û ji bo îfadeyên wan bigirin birine miduriyetên polîsan ên navçeyan.