4 kes hatin binçavkirin 2021-01-20 15:47:50   ANTALYA - Li navçeya Alanya û Îzmîrê di serdegirtinên malan de 4 kes hatin binçavkirin.   Di çarçoveya lêpirsînekê ku Serdozgeriya Komarê ya Alanyayê bi hinceta parvekirinên medya civakî da destpêkirin de, polîsan li navçeya Alanya ya Antalyayê û Îzmîrê bi ser malan de girtin. Di serdegirtinan de, Abdulhakîm Aktaş, Hasan Perîoglû, Berrak û Cemal Dalgiç hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin li Miduriyeta Polîsan a Alanyayê tên girtin.