Li Agirî û Wanê xebatên rêyan nayên kirin 2021-01-20 15:33:18   AGIRÎ / WAN – Li bajarên Agirî û Wanê yên herêma Serhedê ji ber barîna zêde ya berfê û seqemê di rêyan de pirsgirêk hene û ji aliyê saziyên berpirsyar ve ji bo çareserkirina van pirsgirêkan xebat nayên kirin.    Li bajarên Agirî û Wanê yên herêma Serhedê bi rojan e berf dibare û seqemeke zêde heye. Ji ber vê barîna zêde ya berfê û seqemê li her dû bajaran jî di rêyan pirsgirêk hene. Ev pirsgirêkên heyî ji aliyê saziyên berpiryar ve nayên çareserkirin û ev jî dibe sedem ku welatî di çûnûhatina di navbera bajar û navçeyan de zehmetî bikişînin.    Li Agirî û navçeyên wê ku germ li wan daketiye bin -20’an 3 roj in berf dibare. Ji ber xweyê li rêyan nayê reşandin hemû rêyên li bajar veguherîne pîsta cemede. Ev rewş jî dibe sedema qezayên trafîqê. Parlamenterê HDP’ê yê bajar Abdullah Koç bertek nîşanî vê rewşê da û diyar kir ku rêya navneteweyî ya di navbera Agirî û navçeya wê Bazîdê de tu xebat nehatiye kirin.    BAZÎD   Koç, dîmenên rêya bicemed kişand û li ser hesabê xwe yê medya civakî parve kir û ev tişt got: “Li rêya di navbera Agirî û Bazîdê de 3 roj in berf dibare û bi awayekî micid cemed lê çêbûye. Miduriyeta Rêya Bejahî ya Herêmê li vir paqijiyê nake û xweyê nareşîne. Ji duh ve em bûn şahdiê gelek qezayan. Agirîyî mexdûr in. Bila Miduriyeta Rêya Bejahî ya Herêmê bia awayekî lezgîn rêyan paqiş bike û xweyê li wan bireşîne. Gelê Agiriyê weke aboriyê di xizmetê de jî di rêza dawîn de ye.”   MIKS   Li navçeya Miksê ya Wanê jî heman rewş heye. Ji ber barîna zêde ya berfê ku 2 roj in didome, rêya di navbera Wanê û navçeya wê Miksê de hatiye girtin. Hat hînbûn ku piştî 2 rojan hê îro komên Rêya Behahî xebatên vekirina rê dane despêkirin.    Sala borî di vê rêya ku hatiye girtin de aşût çêbûbû û 42 welatiyan jiyana xwe ji dest dabû.