Di roja 438’emîn a Yukselê de 6 kes binçav kirin 2018-01-20 14:16:33 ENQERE – Li Kolana Yukselê 438 roj in çalakiya “Em karê xwe paş ve dixwazin” didome. Polîsan mudaxeleyî çalakiyê kir û 6 kesan binçav kirin.  Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça 318 roj e dewam dike. Çalakiya Gulmen a “Em karê xwe paş ve dixwazin” a li ber Abîdeya Mafê Mirovan a li Kolana Yukselê dest pê kir ket roja 438’emîn.    Çalakgeran wek her roj xwest piştgiriyê bidin Gulmen û Ozakça û li Kolana Yukselê kom bûn. Çalakgeran xwestin biçin Kolana Yukselê lê polîsan destûr neda. Çalakgerên xwestin li Kolana Yukselê çalakiya xwe li dar bixin rastî mudaxeleya polîsan hatin. Polîsan 6 çalakger derp kirin û xistin binçavan. Polîsan mudaxeleyî welatiyên derdorê yên xwestin piştgiriyê bidin çalakiyê jî kirin.