Gelê Reyhanliyê di nav tirsê de ye: Kes li me nafikire 2018-01-20 13:45:58 HATAY - Dewleta Tirkiyeyê demek dirêj bû gef li gelên li Efrînê dixwar û amadekariyên operasyonê dikir. Herî dawî pevçûnan dest pê kir. Welatiyên Navçeya Reyhanliyê yên li ser sînor, fikar û bertekên xwe anîn ziman û gotin: "Beyî ku li me bifikirin ketin tevgerê."  Piştî Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan, aşkera kir ku ew ê li dijî Efrînê operasyonên bidin destpêkirin, TSK û komên girêdayê wan dest bi êrîşa li dijî Efrînê kirin. Armanca operasyona duh a li dijî Efrînê, hefteyek bû di rojeva rayedarên AKP'ê de bû, sewqiyata leşkerî dihat destpêkirin, lê ya rast 4 meh bû amadekarî dihatin kirin.   Piştî hevdîtinên li Astanayê, Tirkiye di 12'ê Cotmeha 2017'an de, ji bo di navbera komên li Sûriyeyê de agirbestê ava bike ket Idlibê. Bi Heyet Tahrîr El Şam (HTŞ) ya ku El Nusra pêşengiya wê dike re peyman çêkir. Ji hin herêman da vekişandin, TSK li Idlibê bi cih bû û Efrîn dorpêç kir. Bi vê hewldanê re gelek noqteyên Idlibê, heta navçeyên Hasaa û Reyhanli yên Hatayê li ser sînor bi cih bû.   LI SER SÎNOR 3 DERIYÊN NÛ VEKIR   Bi vê armancê gelek blokên betonî yên ku Tirkiyeyê li ser sînor bi cih kiribû, ji bo sewqiyata leşkerî rakir. Dîsa li ser sînorê Kîlîs û Reyhanliyê 3 deriyên cuda vekirin. Maşîneyên leşkerî yên ji van deriyan re derbas kir, li pêşberî Efrînê bi cih kir.   Sewqiyata leşkerî 4 meh e dewam dike, di hefteyên dawî de gelek zêde bû. Maşîneyên leşkerî yên li hin deverên cuda yên Tirkiyeyê hatin û personelên wan destpêkê derbasî 2'yemîn Fermandariya Alaya Hidû bûn, ji vir jî li qereqolên li ser sînor hatin belavkirin. Li ser tevahiya sînor 24 saetan tevgera SÎHA û ÎHA'yan dewam dike, li tevahiya sînor tevgera hêzên cendirme û polîsên taybet û TSK'ê dewam dike.   Ev komên girêdayê TSK'ê dem bi dem bi ser Efrînê de diçin û li hin deveran pevçûn rû didin.   JI 3 NOQTEYAN TOPAN DAVÊJIN   Herî dawî leşkerên girêdayî Artêşa Azad a Sûriyeyê (OSO) yên li Kîlîs û Dîlokê hatine perwerdekirin, li ser Kirikhana Hatayê re dişînin Ezazê. Li ser sînor tevger wiha didome, ji bo piştgiriya van koman, ji qereqolên hidût ên Akbabayê Ogolpinar û Yagmurê top û hewanan davêjin Efrînê.   ROJNAMEGERAN ASTENG DIKIN    Li ser sînor liv û tevgerek zêde heye. Li navçeyên Rehhanli, Kirikhan û Hassa yên li ser sînor tedbîrên ewlehiyê derxistine asta herî jor. Li gelek cihan nokteyên kontrolê yên polîs û leşkeran ava kirine. Di nav van şert û mercan de karê rojnamegerên li ser sînor geşedanan dişopînin jî zor e. Rojnamegeran 5 kîlometro dûrî sînor dihêlin û bi awayekî fîlî tên astengkirin.    ‘NÎVÊ ŞEVÊ SEWQIYAT PÊK TÊ’    Yek ji welatiyek ser sînor ku nexwest navê xwe bide wiha got: “Hewldana destwerdana li dijî Efrînê ev 4 meh in bi awayekî micid amadekarî tên kirin. sewqiyata leşkerî pêk tê. Sewqiyat li ser sînor hatiye bicihkirin. Kesî nêzî sînor nakin.” Çavkaniyê nexwest navê xwe bide diyar kir ku endamên OSO di saetên şeve de derbasî aliyê din ê sînor kirin.e    Çavkanî destnîşan kir ku niha li ser xeta sînor endamên OSO û leşkerên Tirk hene û got: “TSK niha cihên kurd lê hakimin bombebaran dike. Di heman demê êrîşî van deran dikin. Armanc ew e ku kurdan ne li nokteyekê şer bikin û şer li gelek qadên cuda belav bikin. Lê dê ev bûyer li Azezê biteqe. Azez dê vê rewşê zelal bike. Jixwe niha TSK’ê hemû hêza arasteyî Azezê kiriye.”    GELÊ NAVÇEYÊ BI XETERE YE   Liv û tevgera leşkerî ya pêk tê li navçeya Reyhanliyê jî gelê herêmê xistiye nav xetereyan.    Welatiyek li cihekî ku gelek welatiyên Sûriyê lê dimînin dijî xetereya xwe wiha anî ziman: “Herî zêde em wek gelên di navberê de mane bi bandor bibin. Bêyî ku gelê li vê derê bifikirin tevger dikin. Ji xwe di demên dawî de ji ber şerê li Sûriyê diqewime aboriya vê heremê ne baş e, lê bi hewldana vê operasyonê re dê aboriya herêmê têk biçe Her kesî ji bo canê xwe rizgar bike neçar e ku koçber bibe. Ji ber vî awayî beriya ku vê operasyonê pêk bînin, divê gelê herêmê bifikirin.”