Zarokên li wargehan wekî 'raza dewletê' hesibandin 2018-01-20 11:46:30 ENQERE - Hejmara welatiyên Sûriyeyê yên ji ber şerê navxweyî di sala 2011'an de hatin Tirkiyeyê, ji 3 milyon û nîvî derbas kiriye û di Navendên Paşveşandinê de di şertên girtîgehê de jiyan dikin. Daxwaza agahiyên der barê zarokan de wekî "raza dewletê" hat dîtin û bê bersiv hat hiştin. Bi sed hezaran welatiyên Sûriyeyê yên ji ber şerê navxweyî ji axa xwe koçber bûn û wekî "penaber" li welatên cîhanê belav bûn, agahiyên der barê wan de bê bersiv tên hiştin. Pirsên bi rêya Navenda Ragihandina Serokwezîriyê (BÎMER) ji Miduryeta Giştî ya Îdareya Koçberiyê hatin kirin, bi bersiva "raza dewletê" pirs bê bersiv man.   Li gorî qanûnan, zarokên ku 12 saliya xwe temam nekiriye, ji çalakiyan berpirsyar nayên dîtin û nikarin bişînin girtîgehan. Lê piştî der barê çalakiyeke penaberan de bi tiştekî bihisin, hat îdiakirin ku di kêliyê de berî ku bişînin welatên wan, wan dişînin Navendên Paşveşandinê û di şertên girtîgehê de zarok tên girtin.   AGAHIYÊN ÎSTATÎSTIKÎ HATIN XWESTIN   Zarokên ku çalakiyên malbatên wan û çalakiyên wan wekî hincet didin nîşan, beyî ku li temenê wan mêze bikin wan dişînin Navendên Paşveşandinê û der barê rewşa zarokan de ji Miduryeta Giştî ya Îdareya Penaberiyê ev pirs hatin kirin: "Bi Kanûna 2017'an re, mirovên li Navendên Paşveşandinê hatine bicihkirin çend kesin? Mirovên li van wargehan dimînin temenê wan çiqas e? Çend zarok li Navenda Paşveşandinê tên girtin? Zayend û temenê van zarokan çiye?"   BELGEYA VEŞARÎ   Li gorî qanûnan divê Miduryeta Giştî ya Îdareya Penaberiyê di nava 15 rojan de bersivê bide, lê bi hinceta "belgeya veşarî" bersiv nehat dayîn.   Bersiva ku Midureyta Giştî daye wiha ye: "Belgeya îstatîstîkî ya bi serdana Agahî Girtinê ya bi hejmara 1701949293'yan a dîroka 20.12.2017'an, li gorî madeyên 9 û 16'an a Qanûna Mafên Agahî Girtinê ya bi hejmara 4982'yan, piştî hat nirxandin dê agahî di vê der barê de neyên dayîn."   'DÊ ZERARÊ BIDE YEKITIYA NETEWEYÎ'   Madeyên ku Miduryeta Giştî ya Îdareyên Penaberiyê balê dikişînin ser, wekî "belgeyên veşarî" û "raza dewletê" tên pênasekirin.   Biryara madeya 16'emîn a Qanûna Agahî Girtinê wiha ye: "Heke bê aşkerakirin dê ewlehiya dewletê, têkiliyên derve, dê bi vekirî zerarê bide parastin û ewlehiya neteweyî û ji ber vê belge û agahiyên ku wekî raza dewletê tên dîtin,  der barê wan de agahî nayên dayîn."   MA / Hayrî Demîr