Îdîaya hemşîrekê dawî li jiyana xwe anî 2021-01-18 13:39:22   AMED - Hat îdîakirin ku hemşîr Ozan Daniş ê li Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê dixebitî dawî li jiyana xwe anî.    Li Taxa Kale ya navçeya Farqînê ya Amedê, hat îdîakirin ku hemşîrê 32 salî Ozan Daniş dawî ji jiyana xwe anî. Daniş ê li Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê hemşîrtî dikir, serê sibê li mala xwe kuştî hat dîtin. Hat diyar kirin ku cenazeyê Daniş, ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê.