Amediyan AKP hişyar kir: Ketina Efrînê heye lê derketin tune 2018-01-20 10:14:06 AMED – Amediyan îktîdara AKP'ê hişyar kir û diyar kir ku têketina Efrînê hêsan e lê derketina ji Efrînê ne pêkan e. Amediyan bang li hemû kesan jî kir û xwest xwedî li Efrînê derkevin.  Îktîdara AKP'ê gefan li Efrînê dixwe û amadekariya operasyona li dijî Efrînê dike. Li dijî hewldanên AKP'ê û medya girêdayî îktîdarê nerazîbûn jî zêde dibin. Şêniyên Amedê jî bertek nîşanî amadekariya êrîşa li dijî Efrînê dan. Welatiyên Amedê hişyarî dan hikumeta AKP’ê û gotin “Têketina Efrînê hêsan e lê derketina ji Efrînê ne pêkan e.”    ‘DENGÊ DEFÊ JI DÛR VE XWEŞ TÊ’    Onder Akpolat ê 50 salî mînaka “Dengê defê ji dûr ve xweş tê” nîşanî hemberî gotinên êrîşa li dijî Efrînê da û got: “Tu kes nikare Efrînê dagir bike. Têketina Efrînê dibe ku hêsan be, lê derketina ji Efrînê dê gelek bi pirsgirêk be. Hewldana êrîşa li dijî Efrînê nokteya dawî ne. Dê ji Kobanê bêtir rastî têkçûnê bên. Efrîn ne cihek ji rêzê ye.”    ‘ÊRÎJA LI DIJÎ EFRÎNÊ LI DIJÎ TEVAHÎ ROJAVA YE’    Hevserokê Komeleya Kesên Xizmên Xwe Windakirin a Mezopotamyayê (MEYA-DER) a bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat girtin Hasan Pençe jî ji bo hewldana êrîşa li dijî Efrînê berxwedana dîrokî ya Kobanê li dijî DAIŞ’ê bibîr xist û wiha got: “Dema DAIŞ’ê li Sûriyê hovîtiyê pêk dianî Tirkiye bêdeng mabû. Ne pêkane êrîşek li dijî gelên Efrînê bê qebûlkirin. Gelê kurd û siyasetmedarê wan vê yekê qebûl nakin. Êrîşa li dijî Efrînê tenê li dijî Efrînê ye. Ev êrîş tê wateya li dijî tevahiya axa Rojava. Heke pêk bê dê ev şerek mezin bide destpêkirin. Pêwîste tu kes li hember hewldana êrîşa li dijî Efrînê bêdeng nemîne.”    ‘EFRÎN NE KERKÛKE E’    Şehmus Dag ê 52 salî jî destnîşan kir ku hikumet xwe ji bo dagirkirinê amade dike û wiha axivî: “Tirkiye bikeve Efrînê dê beriya her tiştî gelê kurd ji xwe winda bike. Mînaka Kobanê li ber çavan e. Gelek xwîn ji bo Kobanê hat rijandin, lê dîsa jî gelê kurd bi ser ket. Dê ji bo Efrînê berxwedana duyemîn Kobanê bê nîşandan. Bila Tirkiye wek Kerkûkê li Efrînê ne nêre. Ya dê gelê Efrînê li ber xwe bide ya jî dê bimire. Wek din tu rê tune ye.”    ‘HETA CENAZEYÊ WAN DAWÎ DERNEKVE NIKARIN JI EFRÎNÊ DERKEVIN’    Mele Hesen Orak jî bi boneya hewldana êrîşa li dijî Efrînê hikumeta AKP’ê hişyar kir û wiha got: “Bila viya ji bîr nekin. Heger bikevin Efrînê, heta cenazeyê wan dawî jî ji Efrînê dernekeve dê Tirkiye nikare ji wir derbikeve. Ya ku dixwazin bikin dijminahiye. Parastina li hember dijminahiyê jî rewa ye. Ez hêvîdarim dê Tirkiye nekeve xeteyek bi vî awayî.”    ‘LI ÇAR PARÇEYAN DÊ GEL RABIN SER PIYA’    Mervan Tekîn a 28 salî jî diyar kir ku hewldana destwerdana li dijî Efrînê dişibe polîtîkaya Tirkiyeyê ya dema Kobanê û wiha got: “Yên ku Kobanê li xweşa wan neçû, niha jî dixwazin Efrînê bi dest bixin. Tenê ev hewldanek e. Wek din tiştek din nîne. Di serdema Kobanê de gelên çar parçeyan rabûn ser piyan û li ber xwe dan. Heke êrîşek li dijî Efrînê pêk bê dê dîsa gel rabin ser piya û xwedî li Efrînê derbikevin.”    MA / Rifat Şahîn