‘Pêwist bike girtî dê wek 12’ê Îlonê tazî derkevin dadgehê’ 2018-01-20 09:28:48 WAN – Berdevkê Koma Aştiyê Nurettîn Turgut ê mehek berê hat berdan got: “Bi cilên yektîpî dixwazin mirovan bêrûmet bikin. Pêwist bike dê girtî wek serdema 12’ê Îlonê tazî derkevin pêşberî dadger."  Berdevkê Koma Aştiyê û Çareseriya Demokratîk Nurettîn Turgut ê li ser banga Rêberê PKK Abdullah Ocalan di sala 2009’an de bi 34 hevalên xwe re hat Tirkiyeyê û pişt re hat girtin, di 16’ê Kanûna 2017’an de ji Girtîgeha Şakranê hat berdan. Tûrgut pêkanina cilên yektîpî nirxand û got ku dê qet û qet girtî vê pêkanînê bi biryardariyeke mezin qebûl nekin.    ‘DEMA PÊWÎST BE DÊ HELWESTA HERÎ RADÎKAL NÎŞAN BIDIN’    Turgut behsa binpêkirinên mafan ên bi OHAL’ê re li girtîghan zêde bûn kir û got: “Bi taybetî bi serdema OHAL’ê re her tişt li zîndanê hat qedexekirin. Hevdîtin hatin bisînorkirin. Lê helwesteke girtiyan jî heye. Girtî dê bi helwestên tund bersiva êrîşên li dijî rûmet û nasnameya wan bidin."   ‘DIXWAZIN RÛMETA MIROVAN BIN PÊ BIKIN’    Turgut bal kişand tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha dewam kir: “Ji ber tecrîd li ser Birêz Ocalan dewam dike, girtî berjwendiyên xwe yên şexsî nafikirin. Dixwazin hemû girtîgehan bişibînin pergala Girtîgeha Îmraliyê. Divê her kesê dibêje ez mirov im li dijî pêkanîna cilên yektîpî derkeve. Çimkî pêkanîna cilên yektîpî rûmeta mirovan dixe bin piyan. Wekî din tu wateya vê tune ye. Jixwe tişta desthilatdarî jî dixwaze bike ev e. Dixwazin mirovan bêrûmet bikin.”    ‘EW VÎN DÊ QET NEYÊ ŞIKANDIN’    Turgut da zanîn ku girtîgeh ji kevneşopiya Mazlum Dogan û hevalê wî tên û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Girtiyên ji şopa berxwedana Kemal û Xeyrîyan tên dê tu demê qet û qet vê pêkanîna cilên yektîpî qebûl nekin. Hevalên me yên girtî bi hemû baweriya xwe kevneşopiya şehîdên girtîgehan berdewam dikin. Ne mimkune van cilan qebûl bikin. Ew vîn dê qet neyê şikandin. Wê qet wan cilan li xwe nekin. Tu desthilatdariyê vê bi ser nexistiye. Wê ev desthilatdarî jî tiştekî bi dest nexe. Wê wan cilan biqetînin û biavêjin çopê. Ev biryarek teqez e.”    ‘GER BIVÊ DÊ TAZÎ DERKEVIN PÊŞBERÎ DADGER’    Turgut da zanîn ku divê her kesên li derve piştgiriyê bide girtiyan û piştgirî peywira sereke ya her kesî ye. Turgut di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser şert û mercên girtîgehê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi cilên yektîpî dixwazin mirovan bêrûmet bikin. Ger bivê dê girtî wek 12’ê Îlonê tazî derkevin dadgehê.”   MA / Mujdat Can – Mahmut Ruvanas