Dozger 'Rifat kurê xalê min e' sûc dît 2018-01-20 09:27:31 STENBOL - Dozger, der barê xebatên akademiyên siyasetê yên BDP'ê de li 44 kesan doz vekir û çi hat hişê dozger sûc dît. Dozger axaftina telefonê ya "Rifat kurê xalê min" sûc dît.  Navend Stenbol, bi giştî li 7 bajaran polîsan avêtibûn ser malan û 44 kes binçav kirin. Ji kesên hatin binçavkirin 15 jê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin. Di lêpirsîna 2014'an de ku der barê fealiyetên akademiyên siyasetê yên BDP'ê yên di navbera salên 2011-2013'an de li 44 kesan hatibû vekirin, guhdarîkirinên telefonan û şopandina teknîkî wek delîl li dosyeyê hatin bicihkirin. Her wiha ji bo girtinê jî rojnameyên li malê wek hincet hatin nîşandan. Li gel vê eyarkirina qenala Roj TV'yê jî sûcekî rêxistinî hat hesibandin.    Her wiha tûrnûvayên geştê û futbolê yên di bin navê BDP'ê de jî sûc hatin hesibandin û çûyîna akademiyên BDP'ê, potên bi rengê kesk û sor û zer jî wek "propagandaya rêxistinê" hatin îdiakirin.    Ji kesên hatin girtin, yek jê ji ber di hevdîtineke xwe ya telefonê de gotiye "Xalê Rifat", ev gotin sûc hat hesibandin. Di hevdtineke telefonê ya di 7'ê Tebaxa 2012'an de hatiye kirin de, gotinên "Kurê Hecî Rifat, kurê xalê min e" wiha hatiye nirxandin: "Kî ji we re got bi cenazeyên kesên di pevçûnan de mirin eleqedar bibin? Elqeya bi cenazeyê endamên rêxistinê peywira we ye? Hat fêmkirin ku we ji bo terorîstê bi navê Mesût ê miriye gotiye 'Kurê xalê min Rifat', lê belê di Pergala Tomarkirina Nufûsê de bi navê Rifat xalekî we tune ye. Ew kesê hûn jê re dibêjin Xalê Rifat kî ye?"