ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2018'AN 2018-01-20 09:00:57 * Berdevkê Platforma Li dijî Nukleerê yê Mêrsînê Albay Antmen, diyar kir ku beyî ku pêvajoya hiqûqî ya der barê Santrala Nukleerê ya Akkuyuyê de temam bibe, avakîrîna wê ne qanûnî ye, santrala ku temenê wê 60 sal e, dê tenê bermahiyên qirêjî bihêle.  *Aborîzan Aydin Ari yê ji Zanîngeha Dokuz Eylulê hat îxrackirin, mudaxileya Tirkiyeyêê ya Efrînê wek "pêşandeya hêza siyasî" şîrove kir û got nîşaneyên aboriyê nikarin ji bin vî şerî rabin.    *Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî yên Hataya ku cînarê Efrînê ye, diyar kirin ku wê AKP mudaxileyî Efrîn û Îdlibê neke û wiha gotin: "Ji bo îktîdara AKP'ê ketina Efrînê ne çareserî, neçareserî ye. Wê gelê Hatayê li hemberî vê êrîşê bitêkoşe." Her wiha li Edene û Mêrsînê jî wiha hat gotin: "Wê polîtîkaya dijminahiyê bi Erdogan bide windakirin."    *HDP, di serddema Rewşa Awarte de tevî hemû zext û zoriyan jî amadekariyên Kongreya Asayî ya 3'yemîn dike. Tê payîn ku herî kêm wê 30 hezar kes tev li kongreyê bibin û HDP dixwaze vê yekê veguherîne şahînetekê.    * Polîsê A.E. yê li Sûra Amedê hêlîna 12 salî kuşt, hêj der barê wî de doz nehatiye vekirin. Desteya Dîsîplînê ya Polîsan a Walîtiya Stenbolê, li polîs A.E. yê Hêlîn kuşt 24 meh cezayê rawestandina qademeyê birî.    * Mehmet Şîrîn Tûnç ê DBP'î operasyona muhtemel a li hemberî Efrînê nirxand û got propagandaya tê kirin faşîzm û şovenîzmê derdixe pêş.    * Dozger, der barê xebatên akademiyên siyasetê yên BDP'ê de li 44 kesan doz vekir û çi hat hişê dozger sûc dît. Dozger axaftina telefonê ya "Rifat kurê xalê min" sûc dît.    * Berdevkê Koma Aştiyê Nurettîn Turgut ê beriya niha bi demekê ji girtîgehê hat berdan got: “Bi cilên yektîpî dixwazin mirovan bêrûmet bikin. Pêwist bike dê girtî wek dema 12’ê Îlonê tazî derkevin dadgehê.”    *Mirovên oldar bertek nîşanî êrîşên li dijî goristanan dan û wiha gotin: “Ev pêkanîn en exlaqiye û di ola Îslamê de tuneye.”   * Rêxistina HDP'ê dê bi tevlêbûna parlamenterên HDP'ê kongreya HDP'ê ya Navçeya Haliliye ya Rihayê pêk bînin. (11.00)    * Dayikên Şemiyê dê di hefteya 669'an de Çalakiya "Faîl diyar in kujer li ku ne" li qada Galatasarayê berdewam bikin. (12.00)   * ÎHD û Xizmên windayan ên Amedê dê çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" li şaxa ÎHD'ê di hefteya 467'an de berdewam bikin. (12.00)   * Xizmên windayan û şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê dê di hefteya 416'an de çalakiya xwe li ber avahiya Serokwezîrtiyê berdewam bikin. (13.00)   * Komîsyona girtîgehan a şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê dê çalakiya "Rûniştina F" li Qada Galatasarayê di hefteya 304'an de berdewam bikin. (13.30)   * Xebatkarên TV10 dê li qada Galatasarayê di hefteya 68'an de berdewam bikin. (14.00)   * Nûner û saziyên jinan dê têkildarî îstîsmara li dijî 115 zarokan dê dauyaniyê bidin.    * Înîsiyatifa Malbatên Pirsûsê dê bi daxwaza "Ji bo Sûrûcê Edalet ji bo her kesî edalet di meha 30'emîn de çalakiya xwe ya li Halîtaga ya Kadikoyê berdewam bikin. (18.00)   * Çalakgerên Kolana Yukselê dê çalakiya "Em karê xwe paşve dixwazin berdewam bike.