Li Eskîşehîrê qeza trafîkê: 13 kes mirin 42 kes birîndar bûn 2018-01-20 08:50:32 ESKÎŞEHÎR - Li Eskîşehîrê otobusa derket gerê qeza kir. Li  gorî agahiyên ewil 13 kesan jiyana xwe ji dest da û 42 kes jî birîndar bûn.  Li ser rêya bejahiyê ya Eskîşehîr û Bozuyuk li taxa Batikentê otobusa ji Enqereyê diçû Uludaga Brusayê qeza kir. Otobusa bi plakeya 06 FL 644 piştî ji navenda Eskîşehîrê derket kîlo metroyek şûn ve li dara kêleka rê ket. Li gorî agahiyên ewil di qezayê de 13 kes jiyana xwe ji dest dan û 42 kes jî birîndar bûn. Birîndaran bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên bajêr û cenazeyan jî rakirin morgên nexweşxaneyan.    Hat zanîn ku polîsan têkildarî qezayê lêpirsîn dest pê kir.