Osman Baydemîr hat berdan 2018-01-19 17:11:01 ENQERE-  Parlementerê HDP’ê yê Rihayê Osman Baydemîr ku dema ji Navenda Giştî ya HDP’ê derdiket hat binçavkirin, piştî îfadeya li Edliyeya Enqereyê hat berdan. Parlementerê HDP’ê yê Rihayê Osman Baydemîr ku dema ji Navenda Giştî ya HDP’ê derdiket, polîsan jê re got “îfadeyek te heye” û ew binçavkirin. Piştî îfadeya li Edliyeya Enqereyê Baydemîr hat berdan.  Hat hînbûn ku Baydemîr di çarçoveya dosyeyeke ku li Hezexa Şirnexê bi hinceta “heqaret li serokomar” kiriye hatibû vekirin de hatiye binçavkirin.    Piştî karên îfadedayînê Baydemîr hat berdan.