Hevşaredarê Hezexê Aslan hat berdan 2018-01-19 15:07:13 ŞIRNEX - Hevşaredarê Hezexê Mehmet Muhdî Aslan ku 17 mehin girtîbû, di danişîna dozê de, serbest hat berdan.  Hevşaredarê navçeya Hezexa Şirnexê Mehmet Muhdî Aslan, piştî qeyûm tayîna şaredariyê hat kirin, di 25’ê Îlona 2016’an de hat girtin û yekem danişîna doza derbarê wî de hat vekirin, li 1’emîn Dadgeha  Cezayê Giran Agiriyê hat dîtin. Aslan bi sûcdariya “Endamê rêxistinê” û “Yekitiya dewlet û welat xerab dike” tê darizandin. Xizmên Aslan, rêveberên HDP û DBP’ê beşdarî danişînê bû. Aslan bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn. Piştî tespîta nasnameyê danişîn destpê kir.    ‘NIKARIN LI GORÎ DESTHILATDARIYÊ TEVBIGERIM’   Aslan parastin kir û wiha got: “Ez beşdarî hemû merasîmên cenazeyên li bajêr bûm. Ev erka şaredariyê ye. Gelek caran qeymeqan û midûryeta polîsan nexwestin ez beşdarî merasîmên cenazeyan bibim. Desthilatdarî dixwaze em li gorî wî tevbigerin û ramanên wî bipejirînin. Ez nikarim wiha tevbigerim. Ez sûcên li ser xwe qebûl nakim”   Piştî Aslan, parêzeran jî parastin kirin û dûre şandeya dadgehê navber da danişînê. Piştî navberê şandeya dadgehê Aslan serbest berda û danişîn taloq kir.