Rojnameger Ozlu 4 roj in di binçavan de ye 2018-01-19 15:06:39 MÊRSÎN – Gerînendeya Giştî ya Radyo Ses a bi KHK’ê hat girtin Semra Ozlu 4 roj in di binçavande ye.  Di 16’ê çile de li Mêrsînê Gerînendeya Giştî ya Radyo Ses a bi Biryanayema di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat girtin Semra Ozlu, di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin. Ozlu, li TEM'ê ya Mêrsînê 4 roj in di binçavan de tê girtin. Hat zanîn ku Ozlu di çarçoveya lêpirsînek li Lîjnceya Rêveberiya Radyo Ses vebûye hatiye binçavkirin. Parêzerê Ozlu, Alî Bozan diyar kir ku muwekîla wî têkildarî hin pirtûk û weşanên li avahiya radyoyê hatine desteserkirin hatiye binçavkirin. Bozan anî ziman ku ne diyar e dê kengê muwekîla wî di binçavan de be û piştî kar û barên li Miduriyeta Polîsan bi dawî bibe dê îfadeyên miwekîla wî bên girtin.