Di çalakiya Yukselê de 4 kes hatin binçavkirin 2018-01-19 14:26:31 ENQERE -  Çalakiya Kolana Yukeslê di roja 437’an de berdewam kir. Polîsan mûdaxileyê çalakvanan kirin û 4 kes bi lêdanê binçav kirin.   Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça di roja 317’an û çalakiya karkerên çemawerî ya “Em karê xwe paşve dixwazin” a Kolana Yukselê jî di roja 437’an de berdewam kirin. Çalakvanên xwestin li ber Bîrdariya Mafê Mirovan daxuyanî bidin, êlekên nivîsa “Em karê xwe paşve dixwazin” li xwe kirin û li Kolana Konurê kom bûn. Polîsên ku kolan dorpêç kiribûn, ji bo mudaxile kirinê kûçikên xwe jî amade kirin. Polîsan destûr nedan ku çalakvan derbasî Bîrdariya Mafê Mirovan bibin û daxuyanî bidin.      POLÎSAN 4 KES BINÇAV KIRIN    Çalakvanan çawan ku pankart vekirin, polîsan mudaxile kir û pankart çirandin, mudaxile kirin û 4 kes binçav kirin. Polîsan bi darê zorê çalakvan kirin wesayîtan û di wesayîtê de jî çalakvanan dirûşmen berz kirin. Piştî binçavkirinan polîsan heya demekê rêya çûyîn û hatinê ya kolanê ji raya giştî re girtin.