‘Sedema krîzên li herêmê nebûna hişmendiyek demokratîk e’ 2018-01-19 13:49:14 SILÊMANÎ - Endama komîteya amadekar a kongreya Tevgera Azadî Şîlan Şakir di kongreyê de axivî û wiha got: "Sedem pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistan û Bexda de, ji ber nebûna pergal û hişmendiyek demokratîk e.” 1'emîn Kongreya damezrandina Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê ku li Silêmaniyê destpê kir, berdewam dike. Endama komîteya amadekar a kongreyê Şîlan Şakir axaftina vekirinê ya kongreyê kir û wiha got: "Piştî damezrandina Tevgera Azadî ji 2014’ê ve bê navber serlêdana fermîbûyînê dikin. Lê bi  hincetên cûda fermîbûna me qebûl nedikirin. Di encamê de, di Kanûna 2017’ê de Tevgera Azadî êdî fermî bû. Emê di vê kongreyê de hewl bidin ku hevserokên partiya xwe hilbijêrin. Lê diyar ku ji bo pergala hevserokatiyê li Iraqê pêş bikeve, hîn zêdetir pêwîstî bi têkoşînê heye. Em ê li gorî qanûnên Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê biçin û hevserokên xwe hilbijêrin. Ji bo pergala hevseroktiyê li Iraqê fermî bibe em ê heya dawiyê têbikoşin."    Şakir, da zanîn ku di vê qonaxeke wiha hestiyar de li herêmê lidarxistina kongreya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê dê mohra xwe li vê dîrokê bixe û wiha bilêv kir: "Niha gelê kurd pêşengiya demokratîkbûna Rojhilata Navîn dike. Li aliyê din jî dewleta Tirk gefên êrîşkirinê li Efrînê dixwe. Rejîma Îranê jî ji bo bêdengkirina gelên Îranê hêz bi kar tîne. Li Bakûrê Kurdistan û Tirkiye yê jî dewlet û hikûmet ji bo bê dengkirin gelan êrîşên xwe berdewam dike.”   ‘TIRKEYE BEŞEK Ê BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DAGIR KIRIYE’   Şakir di dewama axaftina xwe de bal kişande ser rewşa Başûrê Kurdistanê û wiha got: “Sedema sereke ya rewşa Başûrê Kurdistanê pê re rû bi rû bûye, encama siyaseta bi salan a desthilatê ye. Tirkiyeyê beşek ê Başûrê Kurdistanê dagir kiriye. Beşek Îranê dagir kiriye. Her wiha îradeya gel ji nedîtî ve hatin sedema pirsgirêkane.”   ‘DESTHILATDARÎ NEÇARIN XWE BI GUHERÎN IN’    Şakir li ser krîza di navbera Başûrê Kurdistanê û Iraqê de jî axivî û wiha dom kir: "Krîza dinavbera herêm û Bexda de, ji ber nebûna siyaset û hişmendiya demokratîk e. Ji bo wê jî desthilatdarî neçare xwe bi guhere. Ger xwe ne guhere wê gel biguherîne. Ev jî eşkere bûye ku bi zextên bêdengkirin, êrîş û tundiyê pirsgirêk çareser nabin. Yekane rêya çareseriyê ewe ku di çarçoveya pergala demokratîk de tevahî gelên Iraqê bên gel hev. Tişta em li ser israr dikin jî jiyana bi hev re ya gelan e. Weke Tevgera Azadî têkoşîn û xebatên me yên di aliyê siyasî, civakî û hemû aliyên jiyanê de hîn bihêztir bidomin.”   Piştî axaftina Şîlan Şakir bernameya siyaseta Tevgera Azadî ji aliyê Ronak Mecîd û Bêrîvan Mihemed ve hatin xwendin û bi dengê zêde hatin qebûlkirin.   Kongreya Tevgera Azadî berdewam dike.