‘Êrîşa li dijî goristanan ji bo kesên mayî gef e’ 2018-01-19 12:10:52 ÎZMÎR – Rêveberê ÎHD’ê yê Îzmîrê Ahmet Çîçek anî ziman ku êrîşên li dijî goristanan li tu devera cîhanê nayê qebûlkirin û got: “Êrîşa li dijî cenazeyan derûniya civakê birîn dike. Ev êrîş ji bo kesên mayî jî hêmana gefê ye.”  Goristana Xerzanê ya li Bedlîsê hatibû hilweşandin û 267 cenaze ji goran hatibûn derxistin û şandibûn Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê. Li navçeya Gimgimê ya Mûşê jî Goristana Îsmîal Ronahî bi kepçeyan hatibûn xerakirin. Berteka li dijî hilweşandina goran bênavber dewam dike. Serokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Îzmîrê (ÎHD) Ahmet Çîçek êrîşa li dijî goristanan nirxand û got: “Divê mirov vê helwesta hikumetê ya li dijî goristanan wek ‘helwesta tolhildanê’ pênase bike.”    'DAXUYANIYA DOZGER TÊR NAKE’    Çîçek nirxandina xwe wiha domand: “Êrîşa li dijî cenazeyan derûniya civakê birîndar dike. Ev êrîş ji bo yên mayî jî hêmana tehdîdê ye. Hikumeta heyî dibêje ‘Em ê we di gorên we de jî rehet bernedin.’ Bi vê mantiqê liv û tevger dike.”    Çîçek destnîşan kir ku êrîşa li dijî goristanan li tu deverê cîhanê nayê qebûlkirin û got: “Hemû kirinên xwe ji nedîtî ve tên. Cenazeyên li Xerzanê hatin derxistin hemû jî berê hatine teşhîskirin. Nasnameyên wan bi tespît bûn. Niha jî dozger dibêje ‘Heya me jê tune bû.’ Daxuyaniya dozger kêma vê şaşîtiya dîrokî nake.”    'AGAHÎ NEDANA MALBATAN SÛC E’    Çîçek anî ziman ku çi dibe bila bibe pêwîste dema gor bên vekirin malbatên wan jî liwir amade bin û agahî nedana malbatan bi serê xwe pirsigirêkek bingehîn a hiqûqî ye û sûcê herî mezin e. Çîçek da zanîn ku êrîşa li dijî goristanan di hiqûqa tu dijminahiyê de jî nîne û yek ji binpêkirina herî giran a mafê mirovan e.    MA / Rûken Demîr