Li ser îxbara derew bav hepsî malê kirin 2018-01-19 11:12:45 ÎZMÎR - Polîsan ji ber îxbarek derew a 'Kurê xwe yê 4 salî Şand nava PKK’ê' bav Cevher Soyler binçav kirin. Piştre cezayê hepsa malê lê birîn. Cevher Soyler, bertekên xwe anîn ziman û diyar kir ku ji ber hepsa malê nikare debara xwe bike û xwest kelepçeya piyê wî derxin."  Li Îzmîrê, polîsan di 19’ê Kanûna 2017’an de ji ber îxbarek derew a bi îdîaya "Kurê xwe yê salî Şand nava PKK’ê” ser mala Cevher Soyler ê 26 de girtin û dadgehê cezayê hepsa malê li Soyler birî. Soyler ji ber kelepçeya li piyê wî xistin, nikare tu karê xwe bike. Soyler, diyar kir ku heman ceza dan 4 kesên bi wî re jî û wiha axivî: “Ji 25’ê Mijdarê û vir ve rojên pir zor û  zehmet dijîm.”    Karkerê înşaetê Soyler, anî ziman ku berî bê binçavkirin, ji ber qezayekê ku hat serî wî rapor girtibû û wiha bilêv kir: “Ji min re dibêjin te kurê xwe S. ê 4 salî şandiye nava PKK’ê. Ji ber vê yekê bi ‘Endamtiya rêxistinê’, ‘Propagandeya rêxistinê kirin’ û ‘Alîkarî dayîna rêxistinê’ têm sûcdar kirin. Kurê min ê mijara gotinêye hîna 4 saliye. Gava li dadgehê hat zanîn ku kurê min 4 saliyê, vê carê jî bi îdîaya ‘gumana dê bireve” cezayê hepsa malê dan min.”   BI KURÊ XWE YÊ 4 SALÎ RE VOLTA DIVÊJE   Soyler, anî ziman ku bi kelepçeya piyan hepsî malê kirin û wiha got: “Hemû rojên min mîna kabûs derbas dibin. Ez di xaniyekê kirê ya  80 metrekare de dimîn û heya balkonê dikarin derbikevim. Ez bi kurê xwe yê 4 salî re li balkonê volteyan davêjim. Ez wisan rojên xwe derbas dikim. Nikarim biçîm karê xwe û debara mala xwe bikim. Dixwazim hepsa malê rabikin.”     ‘MALA ME VEGUHERANDIN GIRTÎGEHÊ’   Soyler, da zanîn ku hevjînê wî jî naxebite û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di aliyê madî û manevî de rewşa me ne başe. Êdî karê min jî ji destê min hat girtin. Zaroka min 75 rojî heye. Ji ber qezayekê ji bo kontrolê divê biçim nexweşxanê. Êdî nikarim wiha debara malê bikim. Dixwazim demil dest kelepçeya piyê min derxin. Ji min re gotin ger tiştek bi kelepçeyê jî were cezayê wê 15 hezar TL’ye. Ez bawerim di girtîgehan de cih nemaye. Ji ber vê yekê dixwazin malên me jî li me  bikin zindin.”   MA/ Ahmet Kanbal