Arkeolog Ozar: Tişta li Sûrê tê kirin ne texrîbat qirkirin e 2018-01-19 09:59:36 STENBOL - Serokê Şaxa Komeleya Arkeologan a Stenbolê Yîgît Ozer, aşkera kir ku tişta li Sûrê tê kirin ne tenê texrîbat qirkirin e. Li ser dawetkirinha Platforma Ji Rûxandina Sûrê Re Na, heyetek ji 3 kesan di navbera 6-7'ê Çileyê de ji bo lêkolîn bên kirin û raporê amade bikin, hatin navçeya Sûrê ya Amedê. Serokê Şaxa Komeleya Arkeologan a Stenbolê Yîgît Ozer, destnîşan kir ku hem tiştên li Sûrê di sala 2015'an de qewimîne lêkolîn bikin, hem raporekê amade bikin hatin Sûrê û ev tişt got: "Her çendî ji derve ve der barê Sûrê de em xwedî hin agahiyan bin jî, lê tişta ku me jêre şahidî kir gelek xirab e."   'WINDAHÎ GELEK ZÊDE YE'   Ozer da zanîn ku ji ber dorpêçê ew neketine her taxê; lê li ser sûrên taxa Îç Kaleyê dema li taxan mêze kirine, dîtine ku hemû kuçe ji holê raklirine û wiha axivî: "Qatên arkologî yên di bin erdê de bi maşîneyên kar hatine rakirin, gelek berhemên çandî yên li ser erdê jî beşeke mezin hatine tunekirin. Nava Îç Kaleyê vala kirine, taxa navberê ji holê rakirine û li cihê wê tiştekî çêker, parkeke paysajî ya li devereke Ewropayê an jî li devereke Tirkiyeyê derkeve pêşberî me, çêkirine. Îç Kale di nava qadeke arkolojîk de dima. Bingeha dîroka Amedê di nava xwe de dihewand, girekê ku em xwe bigihînin çavkaniyên kevnare yên berê li wir hebû. Tova yekemîn ev der bû. Ev diviya bû berê wekî qateke arkolojîk bihata sererastkirin û divê wekî parkekê bihata pêşandan, ev ji çavan derxistine û wekî paysajeke ji rêzê, bi nebatên îthalî ew der sererast kirine."    'RÛXANDIN BI PLANKIRÎ DEWAM DIKE'   Ozer diyar kir ku kuçeyên li Sûrê bi tevahî hatine rûxandin, berhemên çandê yên li ser herdê, hem di dema pevçûnan de û hem jî piştî pevçûnan zêde zerar dîtine, bi taybetî piştî pevçûnan pêvajoya înşayê, ji bo xebatên înşaetê wekî derfetekî bi kar anîne. Ozer, aşkera kir ku di vê hişmendiyê de wan biryara polîtîk a hikumeta navendî ya Tirkiyeyê û stratejiya wê ya li gorî aboriya înşaetê dîtiye û wiha pê de çû: "Bi heman şeklî li Taxa Alîpaşayê di bin navê veguherandina bajar de gelek qad wekî qada bi xeter kirine malê cemaweriyê û tev li veguhestina bajar kirine û bi heman şeklî rûxandine. Taxa Lalebeyê jî di binê xetereyê de ye. Her çendî pevçûn bi dawî bibin jî rûxandin berdewam dike."   'HER TIŞT TUNE KIRIN'   Ozer anî ziman ku mîrateya çandê ya Amedê bi demografiya wê ve tune kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji xwe ev her du wekî hev bûn. Bêguman gelên li Amedê jiyan kirine, bi çandeke hevpar a bi hezaran salan hatine vê rojê. Heke yek winda bibe, dê ya din hebûna xwe zehmetî berdewam bike. Ji nûve danîna li cihê wê jî dê zehmet bibe. Ji ber ku dê her dem xirab bibe. Dema mirov winda bibin, tişta di destê me de bimîne dê tenê amûr be. Ji ber wê tiştên li Sûrê di destê me de bimîne jî dê ji amûran wêdetir tiştek nebe. Ji ber ku gelekî windahî heye. Tax xirab bûne, jê veqetandin çêbûne."   'EV QIRKIRIN E'   Ozer got ku hem wekî amedî, hem wekî şêniyên taxê û hem jî wekî berhemên çandê, rûxandinek li holê heye û ev axaftin kir: "Yên hebûa berhemên çandê bide dewam kirin mirovin û yên ku wan berdewam bikin, yên wan bidin jiyankirin civaka wê herêmê ye. Ev her du ji hev cudatir nayê dest girtin. Ji ber wê tişta ku qewimiye ne tenê texrîbat, qirkirin e."   'XEBATÊN ME TÊN ASTENGKIRIN'   Ozer anî ziman ku ji hêla din ve yên ku Sûrê nas dikin, ji wan re astengî derdixin û pêşî li tespîta xesarê vedikin, li cihê vê hewalekirina navendê û tespîtên pisporên ku der barê hebûnên çandê yên herêmê de ne xwedî agahî ne esas tên girtin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Ev jî aliyekî xeter ê mijarê ye. Ji ber ku divê me çi winda kiriye, divê em tespît bikin û heta ji destê me tê tiştên ku texrîb bûne, divê em ji nû ve sererast bikin. Divê ev berhemên çandê ji nûve bên sererastkirin. Lê a niha em xwedî binesaziyeke wiha nînin."   Ozer herî dawî diyar kir ku ew ê çavdêriyên xwe bikin rapor, di nava vê xebatê de nîşeyên ku girtine dê bi saziyên eleqedar re parve bikin û di nivîsên fermî de li bersivan bigerin.   MA / Bîlal Seçkîn