Dayîka girtiyan bertek nîşanî kincên yek tîpî dan 2018-01-19 09:58:21 DÎLOK - Dayîka Bedrî Akin ê li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê girtî Perîşan Akin, bertek nîşanî ferzkirina lixwekirina cilên yek tîp da û wiha got: “Mîna dayîkekê ez ê tu carî vê yekê qebûl nekim.” Bertekên li dijî ferzkirina cilên yek tîp ku bi KHK’a Hejmara 696’an di çarçoveya OHAL’ê de hat lidarxistin, mezin dibin.     Dayîka girtî Bedrî Akin ê ji sala 2008’an ve li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê girtiye Perîşan Akin, diyar kir ku ew mîna dayîkekê tu carî kincên yet tîp qebûl nake û wiha axivî: “Niha kincên yek tîpî li ser kurê min û hevalên wî ferz dikin.  Gava em diçin girtîgehê de jî gelek zoriyan ji me re  derdixin. Berê me hev didît, lê niha em hev nabînin. Weke ku ev ne besbin niha jî kincên yek tîpî li ser zarokên me ferz dikin.”   ‘XETAYA KENAN EVREN E’   Birayê Bedrî Akin Nureddîn Akin jî, diyar kir ku ji roja birayê wî ketî girtîgehê û vir ve bi pergalî rastî îşkenceyê tê û wiha axivî: “5 mehin em nikarin herin hevdîtina wî. Nahêlin bi telefonê jî biaxive. Nameyên wî ji me re nayên. Weke ku ev ne bes bin, niha jî kincên yek  tîpî ser wan ferz dikin. Ji xwe girtiyan daxuyanî dan û gotin ‘Ewê kefen li xwe bikin, lê kincên yek tîpî li xwe nakin.’ Hemû heval li dijî îşkencê û zextan li ber xwe didin. Dê kincên yek tîpî tu carî qebûl nekin. Em heya dawiyê piştgiriyê didin girtiyan. Em tim gel wane. Emê tu carî dest ji têkoşîna xwe bernedin. Pêkanîna kincên yek tîpî ji bo şkandina rûmeta mirovane. Dixwazin girtiyan bi vê pêkanînên kêm bixwin.  Mîna paşayan li tecawîzkar, tacîzkar û dizekan mêze dikin. Ji bo girtiyên siyasî jî vê yekê dikin. Teqez ev nayê qebûl kirin. Hinek dixwazin vê xetaya Kenan Evren dubare bikin. Birayê min dê di girtîgehê de û emê jî di derve de li dijî kincên yek tîpî li ber xwe bidin.”   ‘ARMANC GIRTIYÊN SIYASIYE’   Birayê Mehmet Sînan Ayçîçek ê di sala 2017’an de ket Girtîha Tîpa L a Kîlîsê Mazlum Ayçîçek jî, diyar kir ku kincên yek tîpî pêkanîneke rûmet şkandinê ye û wiha axivî: “Li ser navê û birayê xwe vê pêkanînê qet qebûl nakim. Her çiqasê hikûmet dibêje ev pêkanîn ji bo cemaatê derxistine jî, lê di armancê de girtiyên siyasî hene. Cemaat û FETO bahane ne. Kincên yek tîpî pirsgirêkek civakiye. Ne tene li dijî girtiyên siyasî û malbatên wane, li dijî hemû civakê ye. Divê hemû beşên civakê li dijî vê pêkanînê serî hildin.”   ‘DEWLET BERPIRSE’   Ayçîçek, anî ziman ku li girtîgehan pêkanînên keyfî hene û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dixwazin bi kincên yek tîpî ramanên girtiyên siyasî biguherin. Lê tu carî nikarin tiştek wiha serbixin. Ji xwe desthilatdarî dixwaze hemû tiştî bike yek. Dibe ku li dijî vê yekê grevên birçûbûnê û rojiyên mirinê destpêbikin.  Ger zirarek biçûk jî li tenduristiya birayê min û hevalên wî bikin, dewlet berpirsiyar e.”