Êrîşa li dijî goran li dijî wîcdan û aqilan e 2018-01-19 09:47:56 MÊRDÎN – Hevseroka MEYA-DER’ê ya Mêrdînê bi KHK’ê hat girtin Gulbeyaz Guneş xerakirina goristanan wek “faşîzmê” nirxand û got: “Faşîzm dixwaze nirxên gelê kurd ji holê rake. Lê wê dîrok van ji bîr neke.” Endama Meclîsa Şaredariya Qoserê Ceyla Eser jî got ku cihê êrîşa li dijî goran ne di aqil de û ne jî di ehlaq de heye.  Nerazîbûnên li dijî hilweşandina goristanan, texrîpkirina goran û derxistina cenazeyan a ji goristanan ên endamên PKK’ê dewam dikin. Goristana Xerzanê ya li Bedlîsê hatibû hilweşandin û 267 cenazeyên endamên PKK’ê hatibûn derxistin. Piştî vê goristana Xerzanê, “Goristana Îsmaîl Ronahî” ya li gundê Kolan ê girêdayî Gimgima Mûşê jî hatibû hilweşandin. Hevseroka Şaxa MEYA-DER’ê ya Mêrdînê Gulbeyaz Guneş ne dayîna cenazeyên endamên HPG’ê û YPS’ê yên di du salên dawî de ku nadin malbatên wan bibîr xist û li dijî hilweşandina goristanan bertek nîşan da.    Guneş da zanîn ku pêkanînên bi vî rengî yên li dijî cenazeyan di tu olê de cihê wê tune ye û wiha got: “Faşîzm her tiştî dike. Cenazeyên mirovan ji goristanan derxistin çi ket destê we gelo? Yên îmana wan wek mîsqaleyî zere hebe dê berteka xwe li dijî vê pakanîna li ser cenazeyan nîşan bidin. Faşîzm dixwaze peyamê bide kurdan û dixwaze nirxên gelê kurd ji holê rabike. Em di pêvajoyek talûke de derbas dibin. Lê bes dê dîrok van pêkanînan ji bîr neke.”    ‘AÇLIKLA TERBİYE, DİN İLE TASFİYE ETMEK İSTİYORLAR’   Guneş anî ziman ku peyama bi pêkanîna li dijî cenazeyan didin wan girtine û wiha axivî: “Divê gelê kurd vê yekê baş bixwîne. Yê ku desthilatdariyê anîn ser kar dîsa dikare daxîne. Divê ku gelê kurd tu demê êrîşa li dijî cenazeyên xwe ji bîr neke. Dema çûn ser sindoqan bila cenazeyên xwe bînin ber çavên xwe. Di bin navê olê de her tiştê xerab tê kirin. Dixwazin bi birçîbûnê terbiye bikin û bi olê jî tasfiye bikin. Divê cenaze radestî malbatan bên kirin.”    ‘NE DI AQIL DE Û NE JÎ DI EHLAQ DE CIHÊ WÊ HEYE’    Endama Meclîsa Şaredariya Qoserê Ceyla Eser jî berteka xwe ya li dijî hilweşandina goristanan wha anî ziman: “Li Sûrê, Cizîrê û Nisêbînê hêj cenaze ji bin kavilan derdikevin. Derxistina cenazeyên ji goran nayê qebûlkirin. Dibêjin ‘ev cenazeyên terorîstan e’ û vê yekê pêk tînin. Lê ew zarokên vî gelî ne. Ger cenaze ‘terorîst’ be jî piştî hat definkirin ev yek li serê nayê kirin. Tişta desthilatdarî dike cihê wê ne di aqil de û ne jî di ehlaq de heye.”