Dozger 13 sal ceza ji Hasan Cemal xwest 2018-01-18 14:49:50 STENBOL – Rojnameger Hasan Cemal bi boneya rêze nivîsa xwe ya “Rojnivîska Vegerê” bi 13 sal cezayê hepsê dihat darizandin û berat kiribû. Piştî biryara beratê xera bû Cemal carek din ji nû ve derket pêşberî dadger.   Rojnameger Hasan Cemal di sala 2013’an de di pêvajoya vekişîna PKK’ê de rêze nivîsa “Rojnivîska Vegerê” nivîsandibû û ji bi vê hincetê bi cezayê 13 salan dihat darizandin. Cemal ji vê darizandinê berat kiribû. Dadgeha Îstînafê biryara berata Cemal xera kir û piştî vê yekê Cemal carek din ji nû ve bi heman hincetê derket pêşberî dadger. Danişîna doza Cemal li 24’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Cemal û parêzerê xwe Fîkret Îlkîz beşdarî danişînê bûn.   'YÊN AZADIYÊ DIPARÊZIN DÊ QEZENC BIKIN’    Cemal di danişînê de axivî û ji dadgehê re got ku ew ne ji bo parastinê bike hatiye danişînê û wiha axivî: “Pêdiviya min bi parastinê jî tune ye. Ez dizanim ku derew çi ye. Temenê min bi têkoşîna li dijî bi derewan re derbas bû. Min di cihana xwe ya hundirîn de jî her tim li dijî derewan şer kir. Ez baş dizanim li vî welatî ji bo mirovan bi derewan bidin jiyîn cîhazek xeternak a dewletê hatiye avakirin. Êş kişandina min û şahidiya min vê yêkê fêrî min kir. Her tim min derewan red kir. Ji ber vê yekê ez li vir im. Ez jiyankirina di nav derewan de red dikim. Ez carek din destnîşan dikim ku rejîma li Tirkiyeyê dixwaze mirovan di nav derewan de bide jiyîn tu eleqeya wan bi hiqûq, azadiyê û demokrasiyê re nîne. Tu gumanê min ji vê tune ne. Yên naxwazin di derewkariyê de bijîn û dixwazin di rastiyê de bijîn û azadiyê biparêzin dê rojekê qezenc bikin.”    DOZGER DÎSA 13 SAL CEZA DAXWAZ KIR    Pişt re dozgerê danişînê Halîl Îbrahîm Kuş di danişîna ewil de bi hinceta “Propagandaya rêxistinê” heta 13 salan ceza daxwaz kir.    Parêzerê Cemal, Îlkîz jî ji bo parastinê dem daxwaz kir. Dadgehê dem da û danişînê taloqî 3’ê nîsanê kir.