Îdiaya ciwanê li Sûrê ji aliyê têcirê hişbirê ve hat kuştin 2018-01-18 14:23:15 AMED – Hat îdiakirin ku Yusuf Guneş ê li Sûrê bi boneya kesê hişbirê difiroşe hişyar kiriye û ji aliyê wî kesî ve hatiye kuştin.  Duh êvarê li taxa Lalebey a navçeya Sûra Amedê Yusuf Guneş ê 24 salî hat kuştin. Hat îdiakirin ku Guneş bi boneya kesê hişbirê difiroşe hişyar kiriye ji aliyê wî kesî ve hatiye kuştin. Şêniyên taxê behsa bûyerê kirin û diyar kirin ku Guneş bi boneya kesek xwestiye li taxê hişbirê bifiroşe û ji bo ew kes hişbirê nefiroşe wî hişyar kiriye û ji ber vê sedemê nîqaş derketiye. Şêniyê taxê angaşt kirin ku dema Guneş ji cem wî kesî veqetiyaye ji piştê ve wî kesî gule berdaye. Hat zanîn ku yê cînayetê pêk aniye jî li heman taxê dijî.    Guneş ewil rakirin Nexweşxaneya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê û pişt re jî cenazeyê wî ji bo otopsiye rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubî ya Amedê û cenazeyê wî li morgê tê rawestandin. Piştî bûyerê polîsan tax dorpêç kir û serê kuçe û kolanên taxê girtin.