HRW: Li Tirkiye piştî referandumê zext zêde bûn 2018-01-18 14:06:16 NAVENDA NÛÇEYAN  - Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (Human Rights Watch/HRW) rapora cîhanê ya 2018'an bi raya giştî re parve kir. HRW'ê di raporê de diyar kir ku li Tirkiye piştî referandumê zextên li ser çapemenî, muxalefet û parazvanên mafên mirovan zêde bûye.  Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (Human Rights Watch/HRW) rapora cîhanê ya salane ku hemû mafên mirovan a cîhanê dinirxîne aşkere kir. HRW'ê di raporê de rewşa mafên mirovan a 90 welatan di ber çavan re derbas kir. HRW'ê îsal rapora ku ji 643 rûpelan pêk tê bi raya giştî re parve kir. HRW'ê der barê rewşa Tirkiye de jî tespît û nirxandinên girîng kir.  Di beşa Tirkiye de bal kişand ser tundiya polîsan, îşkence, şerê li herêma Kurdistanê û binpêkirina mafên mirovan. Dîsa li ser rewşa  Tirkiye û têkiliya Tirkiye û YE'ê rawestiya.  HRW'ê diyar kir ku Serokomar erk û peywira xwe suiistimal dike û ev yek naye kontrolkirin.    OHAL, DARAZ, PARASTINA MAFAN Û MIJARA KURD    Di raporê de hat diyar kirin ku hikûmeta di serokatiya Serokomar Recep Tayyip Erdogan de piştî Referanduma Nîsanê ya di şertê OHAL'a 9 meh berê hatibû îlankirin pêk hat, bi xwe re binpêkirina mafan zêde kir. Ji ber OHAL'ê hilbijartin bi awayekî edalet pêk nehat. Referanduma Qanûna Bingehîn di şertê ne wekhev û ne edalet de pêk hat.    * Hikûmeta Tirkiye li ser dozger û dadgeran zextên zêde pêş xist. Li şûna kesên ji darbeya 2016'an berpirsiyar bên darizandin, rewatiya darizandinê hat xerakirin.    * Di sala 2017’an de der barê gelek rojnamegeran de doz hat vekirin.    * Hikûmetê parazvanên mafên mirovan kir hedef. Serokê Efoya Navneteweyî yê Tirkiye Taner Kiliç hêj ji ber hincetek sosret girtî ye. Karsaz û endamê saziya civakî Osman Kavala hêj girtî ye.    * Hikûmetê di sala 2017’an de li meclîsê li dijî kurdên muxalif û li herêma Kurdistanê li dijî rêveberiyên herêmî êrîş kûr kirin.    * Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş jî di navde wekil û rêveberên wê di çarçoveya têkoşîna bi terorê re girtin. Hikumetê nêzî tevahiyên şaredariyan desteser kiriye. Hilbijêr mahrûm kirine.    * Hikûmetê di çarçoveya OHAL'ê de zêdeyî 100 hezar karmendên dewletê mexdûr kirine. Saziyên medya, komele û rêxistinên civakî girtin.    Dîrektorê Îcra yê HRW'ê Kenneth Roth di raporê de got “Rêberên siyasî yên li ser navê rêgezên mafên mirovan ên vînê nîşan didin, her tiştî bi rojeva xwe ya otoriter û populist bi sînor dikin.    Dîroktorê Asya Navîn û Rexistina Ewropa yê Şopandina Mafên Mirovan Hugh Williamson jî di raporê de der barê Tirkiye de wiha got: “Em li kijan aliyê Tirkiye binerin em bibînin ku mafên mirovan û hiqûq hatiye binpêkirin. Piştî pergala Serokomariyê û OHAL ket meriyetê hêza meclîsê kêm bû û hikmê hikûmetê yê li ser daraz û meclîsê zêde bûye. Dîsa zextên li ser saziyên sivîl û civakî zêde bûne Neheqiyê li ser medya saziyên sivîl û parazvanên mafên mirovan kûr bûye."