Girtiyên nexweş ên li Menemenê: Girtîgeh veguherandine îşkencexaneyê 2018-01-18 14:05:06 ÎZMÎR – Girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê Ergîn Aktaş, Ehmedî Xamî, Dîcle Bozan û Yusuf Bulut bi parêzerên xwe re hevdîtin kirin û ragihandin ku girtîgeh ji bo wan veguheriye îşkencexaneyê.    Gelek girtî ji bo dermankirina wan pêk bên sewqî Girtîgeha Tîpa R a ya Menemena Îzmîrê hatin kirin. Girtiyên nexweş Engîn Aktaş ê her du milên wî tune ne, Ehmedî Xamî yê li ser sandalyeya bi teker dijî, Yusuf Bulut ê nexweşê penceşêra roviyê zirav û Dîcle Bozan a lingek wê hatiye jêkirin pirsgirêkên dijîn bi riya parêzerên xwe ragihandin.    DEST DANÎN SER PIRTÛKAN    Ergîn Aktaş ê di yek hucreyê de tê ragirtin diyar kir ku rêveberiya girtîgehê dest daniye ser pirtûkên wî û daxwazên wî nanin cih. Aktaş anî ziman ku divê ew ji bo nivîsandinê ben bi pênûsê ve deyne ji vê boneye ben xwestiye lê rêveberiya girtîgehê ben nedayê û ji bo xwarinê bixwe daxwaza wî ya divê çatal bi zendê xwe ve deyne jî hatiye redkirin.    ‘BI MUZÎKA DENGÊ WÊ BILIND ÎŞKENCEYÊ DIKIN’    Aktaş destnîşan kir ku hucreya wî û hucreya Ehmedî Xamî yê 18 salî ku li ser sandelye dijî li rex heve û ji bo têkiliyê bi hev re daneynin her tim radyoyan datînin ser hucreyan û bi dengek mezin muzikê didin guhdarkirin. Aktaş da xuyakirin ku cureyên van pêkanînên ji wan girtîgehan veguherandiye îşkencexaneyê.    Ehmedî Xamî jî di hevdîtinê de da zanîn ku bi dengek bilind stranên tirkî bi wan didin guhdarkirin û ji ber ew bi tirkî nizane vê pêkanînê bi zanebûn tînin serê wî. Xamî anî ziman ku gardiyan jê fêm nakin û zextên li ser wan her roja diçe zêde dibin.    KAMERA XISTIN SERŞOK Û DAŞIRÊ    Dîcle Bozan jî di nîsana 2017’an de li Dêrsimê di pevçûnekê de bi giran birîndar bû û pişt re lingek wê jêkirin û ji linge xwe din birîndar e û piştî emeliyatê roviyên wê li derve mane. Bozan diyar kir ku kamera di serşok û daşira wê ya hucreya yek kesî de bicih kirine. Bozan anî ziman ku ji ber vê yekê nêzî hefteyekê ye dermankirinê red kiriye û her roja diçe zext li ser wan zêde dibin û daxwaza sewqa wê ya ji bo Girtîgeha Jinan a Şakranê hatiye redkirin.    BI RANZAYÊ VE GIRÊDAYÎ DIJΠ   Yusuf Bulut ê 68 salî yê nexweşîna penceşêrê ya roviyê zirav pê re heye jî ragihand ku ji ber malbata wî li Edeneyê dimîne sewqa ji xwe ji wir xwestiye lê li gel hemû daxwaznameyan jî xwesteka wî red kirine.  Bulut ji ber nexweşîna xwe bi ranzayê ve girêdayî dijî.