Hevserokê Giştî yê KURDÎ-DER’ê Kilinç tahliye bû 2018-01-18 13:14:45 AMED – Hevserokê Giştî yê KURDÎ-DER’ê ya bi KHK’ê hat girtin Ozan Kilinç hat berdan.  Der barê Hevserokê Giştî yê KURDÎ-DER’ê ya bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat girtin Ozan Kilinç û Şaban Kartarli de bi boneya beşdarî meş û daxuyaniyên çapemeniyê bûbûn bi îdiaya “Endamê rêxistinê ne” dihatin darizandin. Kilinç girtî dihat darizandin û Kartarli jî serbest dihat darizandin. Ji Kilinç û Kartarli re ji 7 sal û nîvan heta 15 salan cezayê hepsê dihat xwestin. Danişîna doza wan li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Kilinç ê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê girtî bû beşdarî dozê bû û Kartarli beşdar nebû.    Parêzer di danişînê de amade bûn. Kilinç sûcên avêtine ser red kir. Kilinç ê ji gulana 2016’an ve girtî ye xwest bê berdan.  Parêzerê Kilinç, Resûl Tamur jî diyar kir ku sûcên avêtine ser miwekîlên wî hêmanek qanûnî çê nake û berdana miwekîlê xwe yê demek dirêj e girtî ne xwest.    Pişt re heyeta dadgehê biryara navberê aşkere kir û biryara berdana Kilinç da û dozê taloqî dîrokek pêş kir.