TSK gundên Kobanê jî topbaran dike 2018-01-18 12:18:04 KOBANÊ – TSK, gundê Zormixarê yê rojavayê bajarê Kobanê bi awayekî dijwar topbaran dike. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ku nûçeyê disipere çavkaniyên YPG'ê, gundê Zormixarê yê li ber qeraxa çemê Firatê, ji saetên sibehê de ji aliyê Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ve tê topbarankirin. Heman çavkaniyan ragihand ku TSK ji noqteyên xwe yên li aliyê Tirkiyeyê ve jî gundê navborî topbaran dike.   Heta niha derbarê encamê de tu agahî nehatin bidestxistin.   Gundê Zormixar 30 km li rojavayî bajarê Kobanê ye. Li beramberî gund bajarê Cerablûs ê di bin dorpêça TSK'ê de ye û li aliyê wê yê din ê bakur jî sînorê Bakurê Kurdistanê ye.   Hêjayî bi bîr xistinê ye ku ev çend roj in piştî ferman dayîna Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Erdogan, TSK Kantona Efrînê topbaran dike.