Li Girtîgeha Tarsûsê her roj binpêkirina mafan zêde dibin 2018-01-18 11:44:49 EDENE – Tugba Sert a li Girtîgeha Tîpa T a Jinan a Tarsûsê dimîne bal kişand ser binpêkirina mafan ên her roj zêde dibin û banga hestiyariyê li raya giştî kir.  Girtîgeha Tîpa T a Jinan a Tarsûsa Mêrsînê ji roja vebûye heta niha her tim bi binpêkirina mafan di rojevê de ye. Girtî Tugba Sert di 17’ê çile de bi riya têlefonê bi malbata xwe re axivî û behsa binpêkirina mafan ku ew rû bi rû mane kir.    Tugba Sert bi riya malbata xwe wiha binpêkirna mafan ragihand: “Di qawîşên 10 kesî de em 20 kes dimînin. Di heman qawîşê de du zarokên biçûk jî hene. Her tim av tê birîn. Pêdiviyên me bingehîn nadin. Em nikarin pêdiviyê serşokê pêk bînin. Ava me vexwarinê jî tune ye. Pêdiviyên em ji kantînê dixwazin hemû jî hene lê nadin me. Di dema çûyîna nexweşxaneyê de dermankirina bi kelepçe li girtiyan ferz dikin. Em bi provokasyonên gardiyanan re rû bi rû dimînin. Binpêkirina mafan her roja ku diçe zêde dibin. Em bang li raya giştî dikin bila dengê me bibîhîzin.”