Rêxistinên Civakî: Mudaxaleya Efrînê dê zerar bide têkoşîna demokratîk 2018-01-18 11:17:42 ÎZMÎR – Nûnerên rêxistinên demokratîk ên civakî bertek nîşanî hewldanên êrîşa li dijî Efrinê dan û diyar kirin ku êrîşa pêkan dê zerarê bide têkoşîna demokratîk a gelan. Nûneran xwest têkoşîna demokratîk a gelên Tirkiye bi têkoşîna jiyana azad a Efrinê re bibe yek.      Piştî Serokê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan got "Amadekariyên me temam bûne. Di her wextê de em dikarin têkevin Efrînê" nerazibûnên civakê zêde dibin.  Bi taybetî piştî îtîfaqa AKP-MHP'ê diranên xwe li dijî Efrînê tûj kirin çapemeniya nêzî îktîdarê jî bêtir sor kir. Li dijî vê yekê bertek û nerazîbûnên civakê jî zêde dibin. Nûnerên Rêxistinên Demokratîk ên li Îzmirê bertek nîşanî hewldanên êrîşa li dijî Efrînê dan û xwest hikûmet dest ji van hewldanan berdin.    Serokê Şaxa 6'emîn a Egîtîm Sen'ê ya Îzmirê Îsmet Suzer, diyar kir ku destkeftiyên kurdan ên li Rojhilata Navîn Erdogan û ekîba wî bêzar dike û wiha got: "Gotinên Erdogan ên şer fêde nade tu kesî. Em êrîşên li dijî Efrînê qebûl nakin."    'DÊ ÊŞA TIRKIYE ZÊTETIR BIBE'   Karker Bariş Kaya yê tevî Mahir Kiliç  66 rojin di grevê dene jî bertek nîşanî hewldanên êrîşan dan û wiha got: "Rola AKP'ê ya li ser şer zêde ye. Îktidar bi hinceta "ewlehiyê" dixwaze êrîş bike. Ev dijminantiya li dijî destkeftiyên kurdan e. Gelê kurd ne gelê ku bi gefan stu xwar bike ye. Tu qezenca vî şerî ya ji bo Tirkiye tune ye. Dê bêtir êş û zerarê bide Tirkiye." Kaya, xwest têkoşîna demokratîk a gelên Tirkiye û tekoşîna jiyana azad a gelê Efrînê bibe yek.    ‘DÊ BÊZARIYÊ BÎNE METROPOLAN'    Endama Platforma Jinan a Îzmirê Gunselî Suna Kaya jî anî ziman ku bi van niqaş û hewldanên li dijî Efrînê AKP-MHP dixwaze îtîfaqa nijadperestiyê xurt bike û wiha got: "Gotinên Erdogan şerê nava gelan sor dike. Rê li pêş şerê navxweyî yê Tirkiye vedike. Pereyê li polîtîkayên şer tê xerçkirin divê li perwerdehî û tenduristiyê bê xerçkirin."    ‘TÊ ZERAR BIDE TIRKIYE'   Rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê Ahmet Çiçek jî diyar kir ku kurdan çawa li Kobanê helwesta xwe nîşan dan dê li vir jî helwesta xwe nîşan bide û wiha got: "Em binpêkirina mafan qebûl nakin. Rêya aqil yek e. Ger ku şer pêk bê dê bandorek neyînî li ser Tirkiye bike. Pirsgirêka ku bi axaftinê bê çareserkirin hewce bi van aloziyan tune ye. Hikûmet çiqas ji bo berjewendiyên xwe tev bigere jî dê bandonek neyînî li gelê Tirkiye bike.    DIVÊ EM BI FERASETA JIYANA HEVPAR TEV BIGERIN'   Hevseroka HDP'ê ya Îzmirê Semra Uzunok jî anî ziman ku meclîsê bi dehan caran teskereya dervê sînor derxistiye û wiha got: "Erdogan bi van gotinan dixwaze rojeva Tirkiye biguhere. Dixwaze bêtir zextan li ser gelê Tirkiye bimeşîne. Ger ku operasyonek pêkan li dijî Efrinê pêk bê jî hemû kes dê zerar bike. “Kobonê ji bo DAÎŞ’ê çawa bû Tirkiye jî dê wekî DAÎŞ'ê bibe. Li Kobanê li dijî DAİŞ’ê şerekî dijwar hat dayîn. Çawa ku sosyalist, demokrat û kurd li Kobanê xwedî derketin dê li Efrînê jî xwedî derkevin.Erdogan bi agir dilîze. Dive her kes li Şoreşa ku ji Kobanê û Efrînê dest pê kir û li Rojhilata Navîn belav dibe xwedî derkevin."    MA / Ruken Demir – Ayşe Surme