Sayin ê CHP’î: Cilên yek tîp heqaret e 2018-01-18 10:23:05 AMED - Serokê CHP'a Amedê Mehmet Sayin, bal kişand ser cilên yek tîp û ev tişt got: "Heke hûn cilên yek tîp li kesekî bikin, dê di wî kesî de hêstên xirab ava bike, ev heqareta li dijî kesayetiyê ye." Bertekên li dijî cilên yek tîp ên bi Biryara Di Hukmê Qanûnê De (KHK) anîn, her ku diçe zêde dibe. Rojên borî cilên yek tîp anîbûn Girtîgeha Tîpa D a Amedê û ev bûbû sedema hêrsê. Serokê CHP'a Amedê Mehmet Sayin der barê mijarê de axivî û ev tişt anî ziman: "Pêkanîna cilên yek tîp heqareta li dijî kesayetî ye. Divê hemû hêzên muxalîf ên li dijî pêkanînên antî demokratîk tê dikoşin, bên gel hev."   ‘LI DIJÎ KESAYETÎ HEQARET E’   Sayin da zanîn ku daxuyaniyên Serokomar ên der barê girtîgehan û mînaka Guantanamoyê sosret e û wiha axivî: "Pêkanîneke ku bi demokrasiya Ewropayê û Guantanamoyê re eleqeya xwe tuneyî heye. Li hin eyaletan cezayê darvekirinê jî heye û ji ber wê daxuyaniya ku hatiye dayîn gelekî sosret e."   Sayin diyar kir ku ev pêkanîn bi demokrasiyê re tu girêdana xwe tune û got ku ev pêkanînên xeletin û xwest hêzên muxalîf bên gel hev û li dijî vê pêkanînê têkoşîna hevpar bimeşînin.