Nerazîbûna li dijî OHAL'ê zêde dibe 2018-01-18 10:11:45 ANKARA - Nûnerê herêma Enqereyê yê DÎSK'ê Tayfûn Gorgun, bal kişand ser bandora OHAL’ê û wiha got: "Divê li dijî OHAL’ê têkoşînek hîn xurttir bê meşandin.  Bertek û nerazîbûnên li dijî OHAL'ê her ku diçin zêde dibin. Rêxistinên civakî yên KESK, DİSK, TMMOB û TTB’ê demek berê li dijî OHAL'ê înîsiyatif ava kir û dest bi kampanya li dijî OHAL'ê kirin. Nûnerê herêma Enqereyê yê DÎSK'ê Tayfûn Gorgun, bal kişand ser bandora OHAL’ê û wiha got: "Divê li dijî OHAL’ê têkoşînek hîn xurttir bê meşandin." Gorgun, anî ziman ku bi OHAL'ê hemû mafên wan bi rehetî ji destê wan digirin û wiha got: "Bi OHAL'ê hemû mafê karkeran desteser dikin. Mafê daxwaznameyê jî ji destê karkeran tê girtin. Di vê serdemê de divê karker û kedkar bêtir li mafê xwe bigerin û bêtir ji bo mafê xwe têbikoşin. OHAL serdema bêtir em têbikoşin e."    OHAL: QRALÎ YE   Gurgun, anî ziman ku hikûmet ji bo îktîdara xwe biparêze serî li rêbaza OHAL’ê dide û wihaü got: "Hikûmet ji bo xwe OHAL’ê wekî rehetiyê dibîne. Ger ku li gorî daxwaza wan be OHAL dê heta kalubelayê bidome. Ne dadgeh heye, ne çapemenî heye. Ne jî kesên li dijî vê yekê îtîraz bikin heye. OHAL qraliyet bi xwe ye. Tevî vê yekê civak zêde li dijî OHAL'ê tênakoşe. Em di vê mijarê de rexnedayina xwe didin. Li gorî talankirin û wêrankirina ku OHAL’ê bi xwe re anîye bertek û nerazîbûnên me pir kêm in. Tenê bi nerazîbûnê OHAL bi dawî nabe. Divê li dijî vê yekê têkoşînek çalak û xurt hebe. Êdî endamên me jî ketine nava tirsekê. Her kes dikare bi sucdariya  FETO bê girtin. Niha tirsa OHAL'ê li ser tevahiya Tirkiye zêde bûye. Em dixwazin OHAL bê rakirin.    LI DIJÎ OHAL'Ê ÎSYAN HEYE   Gurgun, anî ziman ku ji CHP'ê heta Partiya ÎYÎ îtîrazek heye û wiha bi dawî kir: "Di hemû beşên civakê de li dijî OHAL’ê îtîraz û nerazîbûnek heye. Em bi beşên civakê yên li dervê CHP û HDP'ê re têkiliyê çêdikin. Em dixwazin bi hemû beşên civakê re bên cem hev û daxwazên xwe hevpar bikin. Ne tenê kesên li dijî muxalefetê, kesên di bin baneyê muxalefetê de jî ji OHAL'ê zerar dibînin û dibin mexdûrê OHAL'ê. AKP’î jî di bin gefan de ne. Divê ew jî dengê xwe bilind bikin."